www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hiqûqnas: Dixwazin mafê qetilkirinê bidin leşkeran jî

 
29 Sibat
14:06 2016

STENBOL (DÎHA) - Hiqûqnasan bertek nîşanî pêşnûmeya Wezareta Parastina Neteweyî dan û diyar kirin ku wezaret dixwaze bi vê pêşnûmeyê wekî polîsan mafê kuştin û qetilkirinê bide leşkeran jî.Prz. Hulya Gulbahar jî anî ziman ku bi vê pêşnûmeyê dixwazin derbasî pergala dijhiqûqî bibin û wiha got: "Bi pêşnûmeya Ewlehiya Navxweşî mafê kuştinê dan polîsan. Bi vê pêşnûmeyê jî dixwazin mafê qetilkirin û kuştinê bidin leşkeran."


Wezareta Parastina Neteweyî pêşnûmeya "Divê hemû personelên TSK'ê yên li dijî terorê têdikoşin bi destûr bên darizandin" amade kir û pêşkêşî Wezareta Dadê kir. Li gorî vê pêşnûmeyê leşkerên zêde çekan bikar bîne, îşkence bike û erka xwe xerab bikar bîne, divê bi destûra Wezareta Parastina Neteweyî û Serokwezîr bên darizandin. Bi vê pêşnûmeyê rê li pêş leşkeran vedike ku karibin komkujî, îşkence, qetilkirinê pêk bîne. Hiqûqnasan bertek nîşanî vê pêşnûmeyê dan û diyar kirin ku dixwazin leşker jî wekî polîsan qetil bikin û bikujin.

'Navê vê yekê şerê bê qûral e'

Huqûqnas û Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mithat Sancar, anî ziman ku rejîma otorîter dixwaze bi vê pêşnûmeyê şerê bê pîvan û qûral mezintir bike û wiha got:
"Dixwazin rejîma otorîter xurt bikin û şerê bê qûral rewa bikin. Dixwazin leşker neyên darizandin. Lê li şûna leşker neyên darizandin, divê bêtir sûc bên ronîkirin û sucdar bên darizandin. Divê komkujiya Cizîrê bê ronîkirin. Ger ku îhlala mafên mirovan pêk bê dê komkujiyên din jî pêk bên."

Sancar, da zanin ku çalakiyên li dijî pêşnûmeyê dê dakevin kolanan.

'Pêşnûme dijdemokratîk e'

Prz. Hulya Gulbahar jî destnîşan kir ku pêşnûme bi tevahî dijdemokrotîk e û wiha got: "Ger ku ev pêşnûme têkeve meriyetê dê ji kok ve mafê mirovan ji holê rabe. Bi pakêta Ewlehiya Navxweyî mafê polîsan ê kuştinê zêde bû. Mafê kuştinê dan polîsan lê niha dixwazin mafê kuştinê bidin leşkeran jî.

Nas: Ev zagonek pir talûke ye

Sazûmankara ANAP'ê Nesrin Nas jî diyar kir ku ev pêşnûmeyek pir talûke ye û dê Tirkiye bibe felaketê.

(mae)



🕔 24