09:04 09/3/2016 |
|
Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe bandoreke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Şêxo 27 sal berê ji nava hunermendên kurd koçkir, lê hunera wî hêj di nava rengên çanda kurdî de geş dibe.
|
09:07 07/3/2016 |
|
Weşanxaneya Aramê ku di salên dawî de bi pirtûkên ku çap dike eleqeyeke mezin a xwendevanan dibine di demên dawî de jî 7 pirtûk çap kirin.
|
09:09 05/3/2016 |
|
Strana hunermendê NÇM'ê Argêş Akan a ku li ser berxwedana Cizîrê hate çêkirin, rastî eleqeyek mezin tê.
|
09:06 02/3/2016 |
|
Navenda Konservatûara Aram Tîgran a Amedê ji bo serdemek nû dest bi kursên hunerî dike. Serlêdana qeydên kursan ji 25’ê sibatê dest pê kir û dê heta 25’ê adarê berdewam bike.
|
09:04 29/2/2016 |
|
(DÎHA) Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) îsal 6’emîn Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehîmî Hekarî pêk tîne. Hevgerînendeyê Şanoya Bajar Ruknettîn Gun têkildarî pêşbaziyê û rewşa serlêdanan axivî.
|
09:42 27/2/2016 |
|
Li Êlihê lîstika bi navê “Lênûska bîranînên dînekî” ya ku ji aliyê derhener Miheme Porgebol û bi alîkariya Şanoya Araf bi kurdî hate amadekirin, galaya ewil ji temaşevanan re hate pêşandan.
|
09:24 25/2/2016 |
|
Hejmara 9'emîn a kovara Roja ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Enqereyê ve tê amadekirin derket. Di vê hejmarê de kovar bi taybet têkiliya jin û hunerê dikole.
|
09:09 24/2/2016 |
|
Hunermendê kurd Xalît Tarî yê ku albuma xwe ya bi navê "Sar" derxist diyar kir ku di encama xebetake demdirêje de ev album derxistiye û ew wekî her welatparêzekî kurd wî jî li hemberî polîtîkayên pişaftinê di warê hunerî de xebatê bike.
|
10:44 23/2/2016 |
|
Nivîskar Eqîde Tok di pirtûka xwe ya bi navê "Di Siya Mirinê De Pişkivên Jiyanê" de berxwedana gelê Botanê ya li hemberî dagirkeran vedibêje. Gelê Botanê li hemberî hemû êrîşan tu carî serî ji dagirkeran û ji xwestekên wan ên kirêt re nabêjin erê. Toq di roman xwe de behsa îşkence, mişextî, berxwedan, rêwîtiyeke zor û zehmet dike. Ev roman, di esasê xwe de dide dû şopa wî gelê qehreman ê k udi welatê xwe de bû penaber. Ev roman, romana Mexmûrê ye.
|
09:07 12/2/2016 |
|
Rojnameger Gokçer Tahincîoglu li ser jiyana zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, ji weşanxaneya NotaBene pirtûka bi navê "Devlet Dersi" çapkir. Rojnameger Tahincioglu, bal dikişîne ser têkoşîna li dijî çanda bêcezatiyê û xwest civak li hemberî vê yekê bertekên xwe zêde bike.
|
08:58 10/2/2016 |
|
Di Şoreşa Rojava de cihê yekemîn ê aîdî rejîma Baasê ku gel dest danî ser Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ye. Di navenda çandê de xebatên ku di pêşengiya jinê de tê meşandin li hemû kantonê belav dibe.
|
09:10 28/1/2016 |
|
Jinên dengbêj ên li Dîlokî di şevbêrkan de kom dibin û bîranîna xweşiya rojên borî dikin. Dengbêjên jin anîn ziman ku jinên Kurd êşên xwe bi kilaman ve tînin ziman û gotin "Em kilaman bi êşa dil a jinekê, dayikekê dibêjin."
|