www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rapora skandal a ÎMC TV reş kir derket holê

 
29 Sibat
12:09 2016

YASİN KOBULAN

STENBOL (DÎHA)
- Dozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser rapora pêzan ferman da ku qanala ÎMC bê girtin. Rapora pêzan a bû sedema girtina ÎMC TV derket holê. Di raporê de hat îdîakirin, geşedanên herêmê ragihandine û bi rêveberên PKK'ê re roportaj kirine. Lê derket holê ku rapor 3 roj berî girtina ÎMC'ê hatiye amadekirin.

Rarsitya rapora ku bû sedema girtina qanala ÎMC TV derket holê. Derket holê ku rapora pêzan a rê li pêş girtina qanala ÎMC TV vekiriye 3 roj berê hatiye amadekirin. Piştî hikûmetê "Plana Têkçûnê' xist meriyetê dozgeriyan jî bi lez û bez ev plan xistin meriyetê. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê li ser vê fermana hikûmetê rapora pêzan hincet nîşan da û ferman da ku qanala ÎMC bê girtin. Li ser fermana dozgeriyê di 26'ê Sibatê de ÎMC TV hat girtin. Rapora pêzan a rê li pêş girtina ÎMC'ê vekir hat bidestxistin. Di raporê de roportaja Rojnameger Ayşegul Dogan a bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan re kiriye hinceta ji derxistina TURKSAT'ê hat nîşandan. Lê derket holê ku rapor berî girtina qanalê 3 roj berê hatiye amadekirin. Rapora ku di 23'ê Sibatê de hat amadekirin, giraniya weşanê ya ji herêmê wekî hincet nîşan daye. Disa nûçeyên der barê rêveberên PKK'ê de jî hinceta girtinê nîşan daye.

(mae)



🕔 24