13:01 26/2/2016 |
|
Li Enqereyê 8'emîn rûniştina doza "Kuştinên kiryar nediyar" a di raya giştî de wek Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê tê zanîn, li Dadgeha Enqerê dest pê kir.
|
12:37 26/2/2016 |
|
Cenazeyên Adîl Kuçuk, Mahsûn Erdogan, Nûsrettîn Bayar û Hasan Ayazê 14 salî yên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi merasîmeke girseyî li Şirnexê hatin verêkirin. Bavê Erdogan, Mûhammed Erdogan ê di merasîmê de axivî diyar kir ku kurê wî di 1994'an de dema gund dihatin bombebarankirin hatiye dinyayê, 22 sal şûnde vê carê jî bajaran bombebaran dikin û wiha got, "Heke em îro dev ji vê berxwedanê berdin dê 22 sal şûnde van zarokan jî qetil bikin."
|
12:33 26/2/2016 |
|
Ji kesên li Cizîrî di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin 2 jê jin 6 cenazeyên anîn Meletiyê, piştî danberheviya xwînê û DNA'yê dê cenazeyan teslîmî malbatên li Dîlok, Riha û Deriyê Sînor ê Xabûrê nimûneya xwînê dane bikin.
|
11:40 26/2/2016 |
|
Li Wanê polîsan bi çekan û bombeyên gazê vê êrîşî merasîma cenazeyê Alî Firat Kalkan ê li Cizîrê hate qetilkirin, kirin.
|
11:38 26/2/2016 |
|
Li Çelê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.
|
11:34 26/2/2016 |
|
Hat diyarkirin ku cendekê aîdê mêrekî yê li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayekî hovane hat qetilkirin, nêvî şandine Mêrdînê nêvî jî şandine Dîlokê.
|
11:26 26/2/2016 |
|
Li Semsûrê li 7 kesên ku yek ji wan girtî ye û bi hinceta ku tevli meşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê bûne ji wan 6 kesan 45 sal ceza birî ji bo kesekî jî ji ber ku di dosyayê de îfadeya wî tuneye, dosyaya wî hate veqetandin.
|
11:13 26/2/2016 |
|
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di serdegirtina malê de endama HDP'ê ya Ceyhanê Merve Aydogan û li navçeya Misircê ya Sêrtê jî xebatkarê Navenda Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan hat binçavkirin.
|
11:13 26/2/2016 |
|
Hevşaredarên Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çekînkaya, alîkarê hevşaredar û welatiyekî ku beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
|
10:55 26/2/2016 |
|
Li Saziya Tibê ya Adlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê ev 12 roj e 54 cenaze ji bo diyarkirina nasnameyan li benda encamên DNA'yê ne.
|
10:54 26/2/2016 |
|
Li çoltera navçeya Dêrikê pevçûn qewimî. Pevçûn serê sibehê heta niha li navenda navçeyê jî berdewam dike.
|
10:27 26/2/2016 |
|
Hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê li gel operasyonên tunekirinê, operasyonên qirkirina siyasiyî jî didomînê. Di baregeha operasyonên qirkirina siyasiyî de li Wan, Manîsa û Erziromê 5 kesên binçavkirî, girtin û şandin girtîgehan.
|
10:00 26/2/2016 |
|
Piştî deriyên bircên Sur a Amedê bi hesin û bariyeran hat girtin, ketin û derketina navçeyê jî di bin qontrola polîsan de li hin cihan tenê tê kirin, gelek malbat ji hev hatin qutkirin û çûyîn û hatina nav van malbatan jî qels bûye. Malbat dixwazin qedeye û deriyên hesin ên ku li bircan hatiye danîn bên rakirin.
|
09:42 26/2/2016 |
|
Li Hezexê heta ber destê sibehê li hemberî taxan bi çekên giran û topan bi awayekî dijwar êrîş pêk hatin.
|
09:15 26/2/2016 |
|
Mahmut Duymak ê 51 salî ku di yekemîn jêrzeminî hovîtiyê ya Cizîrê de hate qetilkirin û axa wî teslîmî malbatê hate kirin, Cizîr neterikandibû û di bernameyeke televîzyonê de bi gotina "mirovahî li kû ye, dê çawa hesab bidin. Ma dê hesab bidin cenazeyên me" bertek nîşan dabû. Lutfuye Duymak a ku cenazeyê hevserê xwe wergirt wiha got: "5 kîlo hestî dane min û gotina 'va ye hevserê te' bi kar anîn. Ez ê hesabê vê yekê bipirsim."
|
09:05 26/2/2016 |
|
Xwezaya Rihayê ku yek ji bajarekî qedîm û dîrokî ye ji aliyê tê qetilkirin. Herî dawî hefta borî darên çinarê ên ku 400 salî ne bi hinceta "Pençeşêrê ketine" hate birîn. Endama Koordînasyona Meclîsa Ekolojî ya Rihayê Zuhal Parlakçi diyar kir ku çand, xweza û dîroka Rihayê ji bo rantê pêşkêş hatiye kirin û erka gel ji destên gel hatiye derxistin. Parlakçi da zanîn ku ji bo van qetlîamên xwezayê serî li dozger dane.
|
09:05 26/2/2016 |
|
Kesê bi navê Sinan Kaya ku di jêrmezemîn wehşetê ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da di jiyana xwe ya 23 salan de jiyanek mezin hewand. Yekane armanca Kaya ê di zarokatiya xwe de bi zilma dewletê re rû bi rû ma jî têkoşîna li hember zilma gelê kurd dihat meşandin bû. Dayîk Kaya diyar kir ku yekane derdê kurê wê têkoşîna gelê kurd bû. Kekê Kaya, Burhan Kaya jî derbarê birayê xwe ev got: "Heke mirovek canê xwe dide bila ji bo gelê xwe canê xwe bide da ku zêdetir watedar bibe."
|
09:04 26/2/2016 |
|
Bi teqîna li Enqereyê pêk hat li hember girtiyan jî êrîş zêdê bûn. 18 girtî ji Girtîgeha Îneboluyê hat sirgûn kirin û TUHAD-FED'ê da zanîn ku helwesta bijîşkan jî li hember girtiyên nexweş guheriye. Endamên Komaleya Civaka Sivîl ê Pergala Înfaza Cezayê (CÎSSTD) ragihandin ku ji girtîgehan nameyên gef û şîddetê digirin.
|
09:01 26/2/2016 |
|
Rektorê berê yê Zanîngeha Adnan Menderesê a Aydinê Prof. Dr. Şukru Boylu ê ji ber ku şaneya xwe avêt binê bildiriya "Em nabin şîrîkê vê sucê" ji peywira xwe hat dûrxistin destnîşan kir ku wî nedikarî li hember dîmenên wehşetê bêdeng bimîne û ji ber vê şaneya xwe avêtiye. Boylu diyar kir ku wî 13 sal şahidiya şer kiriye û wiha got: "Ez wek bijîşkekî ku şahidê şer kiriye li hember şer û şîddetê helwesta xwe diyar dikim."
|
09:00 26/2/2016 |
|
Welatiyên Wanê yên dijî polîtîkayên dewletê yên binçavkirin, girtin û qetlîama dest bi nobeta berxwedanê kirine, bal kişandin li ser rola Wanê ya herema Serhedê û gotin dema Wan rabe li ser piyan, de Serhed rabibe, heke Serhed rabibe dê Kurdîstan rabe li ser piyan.
|