www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Rejîma Erdogan Tirkiye dixe nava felaketê'

 
29 Sibat
12:35 2016

ENQERE (DÎHA) - Platforma Ji Ramanê re Azadî ya Enqereyê ku di navde gelek rewşenbir, rojnameger û nivîskar jî hene, danezanek hevpar belav kirin û diyar kirin ku Serokomar Erdogan Tirkiye dixe nava felaketê.

Platforma Ji Ramanê re Azadî ya Enqereyê ku di navde rojnameger Hasan Cemal, Oya Baydar, Baskın Oran û Fikret Başkaya jî hene danezana bi navê "Rejîma Erdojan Tirkiye dixe nava felaketê" belav kirin. Rojnameger, nivîskar û rewşenbiran piştî ev danezana nivîskî belav kirin kampanya dan destpêkirin. Danezan li ser malpera Change.Org hat weşandin. Platformê diyar kir ku îxtîdarê mirov mahkûmî medya hawiz kirine û mafê wan ê agahiyan û nûçeyên rast ji destê wan hatiye girtin. Platformê di danezanê de destnîşan kir ku rojnamegerên muxalif jî tên girtin û wiha got: "Ger ku Rejîma Serokdewletiyê têkeve meriyetê dê hemû pêkanînên li dijî mafên mirovan bibin zagon û yek bi yek têkevin meriyetê."

Platformê destnîşan kir ku qada jiyana rojnamegerên muxalif tê tengkirin û yên nûçeyên rast dixwazin mahkûmî medya hawiz tên kirin û wiha berdewam kir: "Fermandê didin saziyên wekî TURKSAT û Digiturkê qanalên wekî Samanyolu û ÎMC'ê reş dikin. Rojnamegerênn muxalif nadin jiyandin.

Dîsa Serokgomar biryara Dadgeha Qanûna Esasî ya der barê Can Dundar û Erdem Gul de red kir û diyar kir ku ew hurmetê nîşanî biryara dadgehê nade û dadgehê nas nake. Tirkile êdî îflas kiriye. Li ser navê 'Çareseriya meseleya kurd' bajarên herêmê bi tang û topan tên hilweşandin. Operasyon binpêkirina mafan û îşkence tên kirin.

Kesên danezan îmze kirin wiha ne:
Abut Can, Adnan Genç, Ahmet Hulusi Kirim, Altan Açikdilli, Attila Tuygan, Aydin Engîn, Ayten Bakir, Azîz Tunç, Baskin Oran, Bora Kiliç, Bozkurt Kemal Yucel, Bülent Keneş, Bulent Tekîn, Celal Başlangiç, Cengîz Aktar, Derya Yetîşgen, Dogan Ozguden, Eflan Topaloglu, Erdal Yildirim, Erol Ozkoray, Ezelî Doganay, Fatîn Kanat, Fatma Dîkmen, Fikret Başkaya, Fusun Erdogan, Gul Gokbulut, Gun Zilelî, Gungor Şenkal, Habib Taşkin, Haldun Açiksozlu, Halîl Savda, Hasan Cemal, Hasan Kaya, Hasan Oguz, Hasan Zeydan, Îbrahim Seven, Încî Ozguden, Îshak Kocabiyik, Îsmaîl Cem Ozkan, Kadîr Cangizbay, Kenan Yenîce, Mahmut Konuk, Mehmet Demîrok, Meral Saraç Seven, Murad Mihçi, Mustafa Yetîşgen, Metîn Gulbay, Muzaffer Erdogdu, Nadya Uygun, Oya Baydar, Ozcan Soysal, Pinar Omeroglu, Rabia Mine, Raffi A. Hermon, Ramazan Gezgin, Ridvan Bîlek, Saît Çetinoglu, Serdar Koçman, Shabo Boyaci, Şaban Îba, Şanar Yurdatapan, Şoreş Taş, Temel Îskit, Tolga Kaya, Yasin Yetişgen, Yavuz Baydar, Zeynep Tanba.

(mae)



🕔 24