www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Yuksekdag: Destana berxwedana jinê li Sîlopyayê hat nivîsandin

 
1 Adar
14:47 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di starta çalakiyên 8'ê Adarê ya Roja Jinên Cîhanê ya li Sîlopyayê de, diyar kir ku li gel Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Uyar bi dehan jin, li dijî êrîşên hêzên dewletê yên hov berxwedanek dîrokî nîşan dan û hatin qetilkirin û wiha got: "Ger bê pirsîn, destana berxwedana Jinan li Sîlopyayê tê nivîsandin."

Tevgera Jinên Azad (KJA), îsal starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navçeya Sîlopyayê ya Şirnexê ku 3 jinên kurd ên siyasetmedar ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, dan destpêkirin. Bi sedan jin li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopyayê kom bûn û çalakî pêk anîn. Çalakî diyarî siyasetmedarên jin ên kurd Pakize Nayır, Sêvê Demîr û Fatma Uyar hat kirin. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Wekîlên HDP'ê Aycan Îrmez, Burcu Çelîk Ozkan, Gulser Yildirim, Çaglar Demirel û Besime Konca amade bûn. Jin bi laçikên xwe yên spî beşdarî çalakiyê bûn û demek dirêj bê navber siloganên "Bijî berxwedana Cizîre", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Çalakiya 8'ê Adarê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de Hevseroka HDP'ê ya Sîlopyaye Aycan Azma axivî û diyar kir ku jinan Jinan peyama têkoşînê dan.

'Sêvê û hevalên wê bûn meşaleya berxwedana jinên cîhanê'

Li ser navê 3 jinên kurd ên siyasetmedar, dayika Sêvê Demîr Sakine Demîr, diyar kir ku rêya 3 jinên kurd rêya wan e û wiha got: "Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Bi qetilkirinê ew xelas nekirin. Ew li her derê belav kirin. Li hemû cîhanê navê wan tê gotin. Ew bi fikrên xwe bang li hemû jinên cîhanê dikin. Ew di têkoşîna jinên cîhanê de bûn meşaleya azadiyê. Bi agirê Kobanê re bûn yek. DAIŞ tar û mar kirin. Şehîd namirin. Her bijî gele Kurd. Her bijî jinên Kurd"

Koçyîgît: Jinên têkoşer pêşiya me ronî dikin'

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, jî jin silav kirin û diyar kir ku êdî li Sîlopyayê hewce bi gotinê tune. Kiliç, da zanîn ku Sîlopyayê bi berxwedana xwe ya 37 rojan her tişt gotin û jinên têkoşer pêşiya wan ronî kir. Kiliç, anî ziman ku sêvê, Fatma û Pakize rêya wan ronî dikin û îro ew di şopa wan de dimeşin.

'Li ser hovîtiya we kulîlkên me geş dibin'


Koçyîgît destnîşan kir ku hem qetil dikin û hem jî dixwazin vîna jinan tune bikin û wiha got: "Bedenên me teşhîr dikin û wer difikirin ku me ji doz û têkoşîna me sar bikin. Lê em dibêjin li ser hovîtiya we kulîlkên berxwedanê geş û aj dibin. Botan tek naçe. Botan nayê derbaskirin. Jinên Botanê bi têkoşîna xwe hêvî û hêzê dide me. Heviyên me dê bi serkeftinê bi encam bibin. Em dê bi ser bikevin." Koçyîgît, destnîşan kir ku gelê kurd bi qetilkirinê tune nabe.

Di bernameyê de nameya bavê Fatma Uyar Reşit Uyar ku ji girtîgeha Şirnexê şandibû hat xwendin.

Yuksekdag: Gen bipirsin, Destana Lehengî û têkoşîna jinan li Sîlopyayê tê nivîsandin

Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî destnîşan kir ku berî niha çend meh berê dîroka lehengî û têkoşînê ya jinan û gel li Sîlopyayê hat nivîsandin û wiha got: "Ger ku destana têkoşîna jinê bê bipirsin, hûn dê bêjin ev têkoşîn li Sîlopyaye hatiye nivîsandin. Hûn dê bêjin ligel Sêvê, Pakize û Fatma bi dehan jinên Sîlopyayê li vî bajarî destana rêveberiya cewherî û azadiyê nivîsandin."

'Jinên Sîlopya û hêvî li ser piyan e'

Yuksekdag, destnîşan kir ku têkoşîna jinên Sîlopyayê ji bo tevgera jinên cîhanê destpêkek dîrokî û girîng e û wiha berdewam kir: "Dema rêhevalên me yên jin hatin qetilkirin, di destê wan de meşaleya têkoşîna azadiyê hebû. Meşaleya lehengiyê hebû. Em jin îro bi ronahiya meşaleya destê wan ronî dibin. Têkoşîna wan a fedaî dê ji bo hemû jinan bibe rêya têkoşînê. Em li ber têkoşîna wan carek din dîsa li hev kom bûn. Bi sedan caran em qetil kirin. Bi dehan caran xwestin em teslîm bini. Xwestin jinên kurd bikin koleye pergala xwe. Lê her carê têk çûn û rastî berxwedana gel û jinan hatin.

Li vî bajarê me ku gelek caran êş dîtiye hevî ji nûve zindî dibin. Jin li vî bajarî baş dizanin ku ava bikin û pêş bixin. Jin baş dizanin li kolanan qêrîna azadiyê bilind bikin. Li vî bajarî tenê xanî xera kirin, lê gelê Sîlopya û jinên Sîlopya bi bawerî û heviya xwe li ser piyan e. Hêvî û vîn li ser piyan e. Bila baş zanibin ku nikarin bajaran û gel têk bibin. Jinan qet nikarin têk bibin."

Yuksekdag, da zanîn ku jin wekî li bajarê xwe xwedî derdikevin dê li rêveberiya cewherî jî xwedî derkevin û wiha berdewam kir: "Her bihostek vê axê qada me ya berxwedan û azadiyê ye. Barîkat û raperina me ye. Em dê li her qadê heta gel azad bijî têbikoşin. Pêşeroj ya me ye. Pêşeroj ya gelê me û jinan e. Ez bi hurmet û dêzdarî gelê sîlopyayê yê li dijî zilmê di ber xwe da silav dikim. Di dîroka Tirkiyeyê de zilmek wisa nehat dîtin. Di jêrzemînên hovîtiyê de mirovên me hatin şewitandin. Lê ev hovîtî baş nehat dîtin. Tirkiye di dîroka xwe de berxwedanek wisa dîrokî nedît. Em vê jiyana nû diparêzin Em dê li vê tekoşinê xwedi derkevin. Em soz didin ku em dê agirê têkoşîna wan bilind bikin. Em de bi tekoşîn û berxwedanê bi ser bikevin."

Yuksekdag piştî axaftinan qurnefil li jinan belav kirin û derbasî Şirnexê bû.

(mae)



🕔 24