www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

09:05 10/3/2016
 
Çandiniya petêxan li Çukurovayê dest pê kir
Li herêma Çukurovayê çandiniya petêxan dest pê kir. Rençberên serayan diyar kirin ku ew wekî çavê xwe li çandiniyê dinerin û wan mezin dikin.
09:05 06/3/2016
 
Li Geverê 500 esnafan derabeyên xwe girtin
Li navçeya Geverê ku ji ber polîtîkayên dewletê yên îmhakirinê ku ev 6 meh in berdewam dike aborî hate asta sekinînê. Serokê Odeya Esnaf û Pîşezan a Geverê Îrfan Sari yê tu têkîldarî mijarê nirxandin kir got ku li navçeyê 500 esnaf mecbûr mane ku derebayên xwe bigirin û ji bo ku jiyan bibe asayî divê pevçûn bi dawî bibe.
09:02 18/2/2016
 
'Çavkaniya Komun Marketê gel e'
Welatiyên Wanê li hemberî operasyona li dijî Komun Market a ji aliyê Komîsyona Aboriyê ya KCD'ê ve projeya wî hatibû çêkirin û beriya 8 mehan jî hatibû vekirin hilberînên organîk ji hilberîneran digihîne mezexeran nerazîbûn nîşan dan û bersiva "Çavakaniya komun marketê gel" dan nûçeyên wekî "aboriyê digihînin rêxistinê" di çapemeniya hewzê de derdikeve.
09:27 14/2/2016
 
Serokê OSB'yê Wanê Bozkurt: Hilberîn hate asta sekinandinê
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Wanê Şemsettîn Bozkurt diyar kir ku Herêma Sanayiya Organzeyê ya Wanê ku wekî navenda hilberînê tê binavkirin ji ber qatlîam û dorpêçên li Kurdistanê hatiye asta ku hilberîn nayê kirin. Bozkurt got ku pirsgirêka kurd bi qatlîam û dorpêçan re nayê çareserkirin û nirxandina "Li Tirkiyeyê di Qanûna Esasî de divê mafên kurdan ên ji zayînê tê yên wekî nasname û çandî bê misogerkirin û rewşa pevçûn û şîdetê ji holê bê rakirin" kir.
17:16 13/2/2016
 
Jinan aboriya komunal nîqaş kirin
Hevparên KJA'yên Wanê di "Atolyeya Jinê ya Aboriya Komunal a Demokratîk" de aboriya komunal, xweserî û parastina cewherî nîqaş kirin.
13:46 13/2/2016
 
Ji KJA'yê Konferansa Aboriyê ya Jinê
KJA di 27-28'ê Sibatê de li Amedê Konferansa Aboriyê ya Jinê lidardixe û beriya konferansê jî li bajarên wek Wan, Êlih û Mêrdînê atolyeyên aboriyê têne lidarxistin.
13:45 06/2/2016
 
KCD: Em ê sîstema xwe ya aboriyê ava bikin
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di koxebata "Aboriya herêmî" de axivî bal kişand li ser tespîtên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a têkîldarî aboriyê nirxandina "tu sîstem bêyî ku aboriya xwe ava bike nikare bi ser piyan bisekine" kir anî ziman ku başe harê girîng a xwesira demokratîk rêxistinbûn e. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku ew ê aboriya Kurdistanê ava bikin û nirxandina "Em ê li dijî kapîtalîzmê aboriya komunal ava bikin" kir.
09:02 05/2/2016
 
'Em bi butçeya dijminê karker û gel re rû bi rû ne'
Hîndekarê Beşa Îktîsadê yê Zanîngeha Stenbolê Levent Dolek, diyar kir ku amadekariyek giştî ya şer heye û dê însiyatifa MÎT'ê ya li Kurdistanê û Sûriyê zêde bibe. Dolek, destnîşan kir ku butçeya nû dê li ser pişta karker û kedkaran bibe barê bacê û wiha got: "Em bi butçeya dijminê karker û gel re rû bi rû ne."
09:05 04/2/2016
 
'Her ku şer kûr dibe gel xizantir dibe'
Konsepta şer a ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li Kurdistnaê hat destpêkirin bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyeyê dike. Ji ber bandora şer, aboriya dikandarên Kemeraltiyê ya Konaka Îzmîrê jî hema hema ber bi têkçûnê ye û dikandaran destnîşan kirin ku bi kûrbûna şer gel jî zêdetir xizantir dibin.
09:09 03/2/2016
 
'Butçeya AKP'ê butçeya şer e'
Kedkaran li dijî hikûmeta AKP'ê ku di hevdîtinên butçeyê de para herî mezin ji bo "ewlehiyê" veqetandiye nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku butçeya 2016'an butçeya şer e û fatureya vê yekê jî ji kedkaran re tê derxistin.
09:21 28/1/2016
 
Di 2016'an de ji şer re 76 mîlyar TL!
Hikumeta AKP'ê di budçeya sala 2016'an de para herî mezin ji saziyên şer re vediqetîne. Di nav budçeya 2016'an de para ku ji saziyên şer re hatiye veqetandin bi giştî 76 mîlyar 654 mîlyon 303 hezar TL ye.
09:12 16/1/2016
 
Di aşxaneya dîrokî de hilberîna tehînê tê kirin
Li gundê Rondik a Çelê ya Colemêrgê li aşa dîrokî ku ji serdema ermenan maye gundî hilberîna tehînê dikin. Tehîna ku ji aliyê gundiyan ve bi awayekî komun tê hilberandin ji bajarên derveyî Colemêrgê re tê firotin.
09:00 02/1/2016
 
Tekstîlvanên Edeneyê ji ber şerê li Kurdistanê îflas dikin
Esnafên Tekstilê yên Edeneyê, şerê li Kurdistanê tê meşandin rexne kirin û diyar kirin ku ger şer wisa bidome dê îflas bikin. Esnafan, xwestin operasyonên îmhayê yên AKP'ê bi lezgîn rawestin û aştî pêş bikeve.
09:02 31/12/2015
 
Şerê AKP'ê aboriya Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve dibe'
Aborînas Gaye Yilmaz têkiliya şer û aboriyê nirxand û got barê şerê 30 salan a li ser aboriya Tirkiyeyê 1.2 trîlyon TL ye. Yilmaz derbarê konsepta şerê nû ya AKP'ê xistiye meriyetê jî hişyariyan kir û diyar kir ku şerê AKP'ê Tirkiyeyê ber bi hilweşîna aborî ve dibe.
09:31 25/12/2015
 
Xwe westand û hilberand
Welatiyê bi navê Veysel Dînçer ê li navçeya Xelatê ligel gotinên "li vir şîn nabe, xwe newestîne" dest bi çandiniya fistiqên ku li herêmê wekî ku dibêjin teqez şîn nabe kir û piştî 6 mehan beramberî yekî 20 encam wergirt.
09:29 25/12/2015
 
Krîza ji erdhejê ma zêdetir bû
Konsepta şer a hikûmeta AKP'ê aboriya Wanê anî asta tunebûnê. Serokê WAN-TSO'yê Necdet Takva diyar kir ku ji 24'ê tîrmehê şerê ku dest pêkiriye heta niha li bajar 650 kargeh hatin girtin, bi girtina Deriyê Sînor ê Kapikoyê jî aborî gelek zirar dîtiye, krîza aborî ya ku piştî erdheja 2011'an bi pêvajoya aştiyê re ji bo ku derbas bikin gelek hêvîdar bûn lê bi pevçûnan re krîz bêhtir kur bû.
09:15 23/12/2015
 
Tirkiyeyê bivir li lingê xwe xist!
Polîtîkaya Tirkiyeyê ya bi cîranan re "sifir pirsgirêk" ewil bû "sifir têkîlî" niha jî bûye "sifir bazirganî". Piştî qedexeya derketina kolanan ên li Nisêbîn, Cizîr û Sîlopiyê Deriyê Xaburê ku deriyê herî girîng ê vedibe Rojhilata Navîn e hate girtin. Serokê Komeleya Karsazên Sanayî ya Organîza ya Rihayê Hamza Tavas li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da nirxandina "Tirkiyeyê bi van polîtîkan ve bivir li şaxê darê ku lê siwar bûye û li lingê xwe dixe" kir.
08:59 23/12/2015
 
AKP qadên zeytûnan dike qada rantê!
AKP bi pêşnûmeyên nû ve dixwaze qadên zeytûnan ji razemeniyên enerjiyê re veke û tune bike lê ji ber bertekên raya giştî niha daye sekinandin. Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê yê Edeneyê Semîh Karademîr diyar kir ku ev yek ji bo ku ji maden, santralên enerjî û înşeatê re cih vekin tê kirin, heke pêşnûme bêqebûlkirin qadên zeytûnan dê ji parastina dewletê bê derxistin û pêşkêşî sermayeyê bê kirin.
09:33 18/12/2015
 
Ma ev ne krîza aborî ye?
Krîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bandora neyînî li ser esnafên Rihayê yên fekî û sebzeyan difiroşin jî kir. Esnafên ku ji ber krîzê hilberînên wan di destên wan de ma, qada ku 47 esnaf kar dikin nîşandan û pirsa "Tenê hûn dikarin yek dû kiriyarekî bibînin. Ma krîza aborî ne ev" kirin.
10:10 16/12/2015
 
Li Rihayê turîzm têk çû
Piştî ku hikûmeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê da rawestandin û konsepta şer xiste dewreyê, qatlîamên bi bombeyî li Rihayê turîzm têk bir. Serokê Odeya Rehberên Turîstan ên Herêmî ya Rihayê M. Kamîl Turkmen diyar kir ku di atmosfera "aştiyê" de otel ji sedî sed tiji bûn û mafê kesekî tuneye "çareseriyê di sarincê de rawestîne."

LÊGERÎN