www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Bi şev heta serê sibehê berxwedêr silav kirin

 
1 Adar
09:14 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokên KCD, KJA, HDP, DBP û HDK'ê ji bo rakirina dorpêça li dijî navçeya Sûrê ku ev 91 roj in berxwedan berdewam dike piştî ku banga meşa Sûrê kirin tevlî nobeta li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê bûn. Di bin dengê tank û topan de ji bo meşa ku dê sibehê bê pêk bê nîqaş hatin kirin û bi şev heta sibehê bi stranên berxwedanê ve berxwedêr silav kirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî dorpêç û êrîşan 91 roj in berdexwadan didome. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî di nav de gelek kes duh li tevlî nobeta li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê bûn. Piştî ku meşa dê sibêhê bê lidarxistin ji raha giştî re hate parvekirin hevserok di bin dengê tank û topan ên ji Sûrê dihat beşdarî nîqaşên ku hatin kirin bûn. Mijara esasî ya nîqaşên hatin kirin jî meşa ku dê sibehê saet di 16.00'an de ber bi Sû bê lidarxistin e. Di nobeta ku heta serê sibehê berdewam kir de bi tembûrê stranên ku hatin stran jî berxwedêr hatin silavkirin.

Bajar dê bemişe Sûrê

Heke heta sibehê dorpêça li dijî Sûrê neyê rakirin dê ji çar aliyên Amedê ber bi Sûrê ve meş bê lidarxistin. Di çalakiya ku bangawaziya meşê tê kirin de hevserokan demeke dirêj daxwaz û pêşniyarên welatiyan guhdar kirin.

Di çalakiya nobetê ku welatî eleqeyekî mezin nîşan didin de tişta ku herî zêde balê dikişînin jî malbatên ku xizmên wan li navçeyê ne. Malbatên ku hewl didin der barê dayik, zarok, xwîşk, bira an jî cenazeyan de agahî bigirin hewl dan ku ji hevserokan agahiyan werbigirin.

Li benda agahiyekî bi hêvî ne

Xizmên Senîha Surer, Ahmet û Îhsan Karatay ên ku bi rojan e bi telefonê bi derfetên kêm hewl didin dengê xwe bidin bihîstin jî di çalakiyê de bûn. Malbatan diyar kirin ku ji duh ve ye nikarin ji xizmên xwe agahî nagirin tevahiya rojê hewl dan ku ji wan agahî bidin.

Çav li ser Sûrê

Li baxçeyê navenda çandê malbatên ku 3 meh in agahî nagirin hene. Bi hêviya ku ji xizmên xwe agahiyekî bigirin û dorpêç bê rakirin malbatên ku piştgiriyê didin çalakiyê dema ku dengê teqînan ji Sûrê tê berê xwe didin Sûrê û hewl didin dengekî herî biçûk jî bibihîzin.

Ez naxwazin hêviyên xwe winda bikim

Dayika ji bo kurê xwe di nobetê de ye wiha got: "Piştî ku Tahîr Elçî hate qetilkirin kurê min çû taxê. Careke din jî nekarî derkeve. Min jî tu agahî negirtiye. Li wir e, li kû derê ye nizanim, sax e yan mirî ye nizanim. Ez êdî ji bo hemû tiştan amade me. Bila dorpêç bê rakirin. Heke kurê min miribe ez defin bikim û li mala xwe rûnêm. Bi vî rengî sekn êşê dide mirov. Ligel van tiştan jî naxwazim hêviyên xwe winda bikim."

Dayikeke din jî anî ziman ku kurê wê yê 12 salî di 11 kanûna 2015'an de dema ku qedexe ji bo demeke rate rakirin ketiye hundir û careke din derneketiye.Dayik bi rojan e li benda agahiyeke ji kurê xwe bigire ye. Bi hêvê bi hevserokan ve hevdîtinê pêk tîne û rewşê vedibêje.

Di nobetê de Ramazan 5 salî yê ku qet li cem Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş veneqetiya bi gotinên xwe yên ku ji temenê wî mezintir ve hemû kes matmayî hişt, bi gotina wê ya "Selo Başkan" jî hemû kesên di nobetê de da kenandin.

(sa)



🕔 24