Portal:Dîrok
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Bûyer
- 1811 – Paraguay serxwebûnê ji Spanyayê bi dest xist.
- 1943 – Keştiyeke bin–avê, keştiyeke nexweşexaneyê da ber torpîlê, di encamê de 299 kes mirin.
- 1948 – Dewleta Îsraelê hate damezirandin. Yekser piştî îlankirina dewleta Îsraelê ango di heman şevê de di navbêra artêşên Ereb û hêzên siyonîst de şer derket. şer heta 13ê kanûna paşîn a sala 1949an dom kir.
- 1955 – Piştî damezirandina NATOyê bi 5 salan bi beşdariya Albanyayê, Bulgaristan, Çekoslovakya, Almanya Rojhilat, Mecarîstan, Polonya, Romanya û Yekîtiya Sovyetê de Pakta Varşova hate damezirandin.
- 1958 – Li Elezîzê erdhej çêbû.
- 1963 – Kuweyt bû endamê 111emîn ê Neteweyên Yekbûyî.
- 1997 – Artêşa Tirk tevî bi dehan hezar leşker, 2 hezar koricî û 250 tang û her wiha bi piştgiriya asîmanî êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Di vê êrîşê de ku di heman salvegera damezirandina dewleta Îsraîlê de hate lidarxistin, armanc ji holê rakirina hêzên gerîllayên Kurd yên girêdayî PKKê bû.
Jidayîkbûn
- 1984 – Mark Zuckerberg, damezrînerê Facebookê
Mirin
- 1943 – Henri La Fontaine, dadnas û polîtîkerê xwediyê Xelata Nobel a aşitiyê