Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Proleter (ji latînîproletarius bi wateya "kesê ku ji çîna herî jêr a gel") kesê ku di cîvakê de bêmal û milk û bo qezencê xwe hewcederê xerc kirina keda destê xwe ye. Gorî teoriya marksîzmê ew di cîvakê de li hembera burjuvayan cih digire. Têgiya proleter jî wek ew her kesê ku tenê xwediyê wertê xwe (latînî: proles, "zurryet") ye.
Di Împeratoriya Romayê de proleter ew kesên bêwelat bûn, lê wextê ku Şoreşa Pîşesaziyê dibe ji nû ve bo kesên bêmal û milk hat bikaranîn. Ji pê Şoreşa Pîşesaziyê re proleter ew kesên ku ji gund û bajarên çûk de koça bajarên bi pîşesaziyê pêş de ketinî û li wir bêçare di fabrîqeyan de bi kardanê dorê 18 seaten û bêwês û bê tetîlê heftayî dişixulîbûn. (Gotarê bixwîne...)
Babîl an jî Babil (bi erebî: بابل, Bābil; akadî: Bābili(m); bi logograma sumerî: KÁ.DINGIR.RAKI; îbranî: בבל, Bābel; yewnanî: Βαβυλών, Babylōn) weke peytexta babîliyan yek ji girîngtirîn bajarên Serdema kevnare bû. Ew li qerexan çemê Feratê hatibû avakirin û 90 km li başûrê BexdayaIraqa îro bû Parêzgeha Babîlê. Xirbe û jibermayên bajêr di destpêka sedsala 20'an de di nav de Robert Koldewey ji aliyê arkeologên rojavayî ve hatin kolan. (Gotarê bixwîne...)
Wekî Serdema Bihar û Payiz, di wê demêda jî tû hêza Keya tunebu. (Gotarê bixwîne...)
Image 7
Sîrara, xwûdayaka jin a ku di deme Sumer, babil û Akadîyan de jîya. Enkî berpirsîyarî dayê de ku Bahre ku î ro dibêjinê de "bahre hurmuz" bi parêzê. (Gotarê bixwîne...)
Aedilisçîneka kardarayê (memûrî) ku di Komara Romê de cîh digirtibû. Ewna karbidestên temîr û çêkirinê avahî û mizgeftên gelemperiyê bûn. Ewna salê carekê nîvî ji pleban nîvî jî ji patrîsyanan dihatin hilbijartin. Ew cara pêşin di sala 494 b.z. de aedilis li Romê hat saz kirin. (Gotarê bixwîne...)
Image 10
Mîrgeha Qûçanê an îlxaniya qûçanê yek ji mîrneşîniyên kurdan li xorasanê bû. Ev mîrgehe li aliyê êla Zafranlû ve di destpêka sedsala 17'emîn de hatiye avakirin û heta dawiya 1800'an hebûna xwe li hember erişên derveyî ve parastî ye. Gorî M. Zekî Emîn Beg ev mîrgeh nîvserbixwe û xwedî qanûn û dadgehên taybetî yên hundurûyî bûye.
Piştî ku gelek eşîrên kurdan ji herêmên derdora Qefkasyayê û Azerbaycana Îranê, ji bo parastina eşîrên tirkmen ên li bakur, sirgûnî herêma Xorasanê hatin kirin, ku biryara parastina padîşahê Îranê yê wê demê Abbas I, ku bav û kalên wî Kurd bû, girt. Nasnameya Kurdî li ser zemîneke nû ava bûye. Eşîrên ku pirraniya Kurmançaxêv di vê herêmê de bi bindestkirina împaratoriyên din ên Îranê bi dest xistin. (Gotarê bixwîne...)
Image 11
Xanedana Yuan (bi çînî: 元朝, lat."Yuáncháo"mongolî: Dai Ön Yeke Mongghul Ulus) xanedaneke ku di navbera 1280-1368 de li Çînê hukumdar bû. Xanedan ji hêla Mongolan ve hat damezrandin.
Kubîlay Xan damezrînerê xanedanê ye ku neviyê Cengiz Xan, kurê Tuluy e. Di sala 1368an de împerator Togon Temur neçar ma ku paytext Dadu (çînî: 大都 Dàdū, farisî: خان باليق Khān Bālīq, tirkî: Hanbalık) berde û bireve bakur. Ji vî şunda xanedan bi navê Xanedana Yuan ya Bakur hatiye nav kirin. "Tadu" navenda bîngehîn a Xanedana Yuan e ku ji hêla Kubîlay Xan ve hatiye saz kirin û niha paytexta nûjen ya Çîn ê, Pekîn e. (Gotarê bixwîne...)
Ilabrat, di mitolojiya sumerîyan de weke xwûdayê azmana tê ziman û serok û rêvebirê welatiyê dike û bi wê re tê tefsirkirin. Rêgezên dewletê jî, dide çêkirin. (Gotarê bixwîne...)
Image 14
Xoybûn (li gorî hin çavkaniyan wateya wî Xwebûn e) rêxistineke siyasî ya kurdan bû. Ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wî ve hatibû damezirandin. (Gotarê bixwîne...)
1953 – Di cîhanê de yekem car kesekî ji New Zelandayê yê bi navê Edmund Hillary û kesekî ji Nepalê yê bi navê Norgay Tensing hilkişiyan çiyayê di cîhanê de herî bilind a Everestê.
1985 – Li stadyûma Belçîqa Heyselê ji bo kûpaya Klûbên şampiyan ên Ewropayê di navbêra tîma Îtalya Juventus û tîma Îngîlîz Holîgananlarê de pêşbirka fûtbolê çêbû. Lê belê beriya pêşbirkê di navbêra fanatîkan de şer derket, di bûyeran de 39 kes mirin.
1996 – Li Îsraêlê hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartinan de Serokê partiya Lîkûdê Bînyamîn Netanyahû hate desthilatdariyê.