www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Li dilê Kurdistanê Sûrê xwedî derkevin'

 
1 Adar
16:27 2016

AMED (DÎHA) - Nobeta Sûrê ya ji bo dorpêç û qedexeya li ser Sûrê bi dawî bibe bi tevlêbûna hevserokên KCD, DBP, HDP, KJA û BÎKG'ê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê berdewam dike Dayika Cemal Arat ê li Zindana Amedê hat kuştin Sakine Arat jî di nobeta Sûrê de ye. Sakine Arat bang li her kesî kir û got: "Li dilê Kurdistanê Sûrê xwedî derkevin."

Dorpêç û êrîşên hêzên dewletê 3 mehin li navçeya Sûrê didome. Nêzî 200 welatî di bin dorpêç û êrîşa hêzên dewletê de asê mane. Hêzên dewletê bi tang û topan xaniyan bombebaran dike û dixwaze welatiyan înfaz bike. Ji bo wekî Cizîrê li Sûrê jî welatî neyên înfazkirin li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê nobeta Sûrê tê girtin. Duh hevserokên KCD, HDP, DBP, HDK, KJA, dayikên aştiyê û aktîvîstên BÎKG'ê jî li Dîcle Firatê nobet girtin. Dayika Cemal Arat ku li zindana Amedê bi îşkenceyê hat qetilkirin Sakine Arat a 70 salî jî nobetê digire.

Cemal Arat di salên 1980'an de li Zindana Amedê bi îşkenceyê hat qetilkirin. Dayika Cemal Sakine Arat, ji bo kuştinên din çênebin li Dîcle Firatê nobetê digire û naxwaze Cizîr û Sîlopî dubare bibin. Sakine Arat, anî zimanku Sûr dilê Kurdistanê ye û wiha got: "Sûr ne bêkes e. Ez li gel temenê xwe yê mezin hatim Sûrê biparêzim. Em êdî nikarin komkujiyên din rakin. Em êdî naxwazin bên kuştin. Ji bo em bes bên kuştin divê hemû gelê Amedê li dilê Kurdistanê Sûrê xwedî derkevin.

Dengbêj Naif ê li Sûrê nobetê digire jî xwest gelê Kurd ji her demê bêtir li Sûrê xwedî derkevin u destûrê nedin komkujiyek nû. Naif, da zanîn ku êdî gelê kurd tu carî li hemberî vê zilm û zordariya dewletê dê serî danîne.

'Êdî Bes e'

Nobedara Sûrê Elîf Ogut jî kurê xwe Ramazan Ogut li Sûrê winda kir. Elîf diyar kir ku hêj cenazeyê kurê wê li Sûrê ye û wiha got: "Ger ku bi meşa Sibê dorpêç rabe ez dê biçim cenazeyê kurê xwe rakim. Em ez dê cenazeyê kurê xwe rakim û hem jî dê welatiyên asê mane rizgar bibin.

'Karê me yê sereke meşa Sûrê ye'

Hevserê Emiş Mutlu yê li Sûrê asê maye Remzi Mutlu jî anî ziman ku ew êdî zilmê qebûl nakin û xwest her kes bimeşe Sûrê. Mutlu, da zanîn ku êdî karê wan ê Sereke meşa Sûrê ye.

(mae)



🕔 24