www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ew bi xwe biçûk e, lê çalakiya wî mezin e

 
1 Adar
11:39 2016

AMED(DÎHA) - Yek ji çalakgerên daîmî û herî biçûk a çalakiya nobetê ya ji bo Sûrê hat destpêkirin Ramazanê 5 salî ye û bi gotinên ji xwe mezin û qîrînên xwe daxwaza piştevaniya berxwedana dîrokî dike. Ramazan diyar dike ku, "Ez ji bo aştiyê li vir im" û wiha dibêje, "Em dê şer bikin heta bibe şev , em birçî bimînin jî em dê şer bikin. Em bimirin jî em dê şer bikin."

Ji bo Sûra ku li hemberî dorpêçkirin û êrîşan ev 91 roj e li ber xwe dide, li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê çalakiya nobetê ya hatibû destpêkirin ev 9 roj e bi biryariyî didome. Yek ji çalakgerên daîmî û herî biçûk ê vê nobetê jî Ramazan Erdemê 5 salî ye û gotinên Ramazan ên di dema çalakiyê de vegotin pûxteya berxwedana dîrokî dide der. Ramazanê ku gotinên ji xwe mezintir dike, li Taxa Îskenderpaşayê ya ku dengê teqîn û pevçûnên li taxên din herî zêde lê tê bihîstin dijî. Berxwedêrê biçûk ê ku ev 3 meh e hema bêje her roj çavên xwe bi dengê teqînan vedike, bûye şahidê qetilkirina Melek Alpaydin a ku bi guleyên topê hat qetilkirin. Diya Ramazan dide zanîn ku wî bedena Melek Alpaydin a bi xwîniyî dîtiye û demekê teyisiye.

Ramazan bi bandora kesên ku bûye şahidê wan û bi gotinên ji xwe mezintir bûye hezkiriyê ber dilan. Ramazanê ku kî pê re biaxive bersiva "Ez aştiyê dixwazim" dide, hemû roja xwe li çalakiya nobetê ya li navenda komeleyê ye dibuhurîne. Bi liv û tevgerên xwe yî hîperaktîf Ramazan bala her kesî dikêşe û em bi destûra malbata wî bi wî re diaxivin.

Ji bo aştiyê...

Dema Ramazan destê xwe hêl dike gotina wî ya ewilîn "Ez ji bo aştiyê li vir im" e û dibêje "Em dê nehêlin li van dera şer biqewime. Em dê şer bikin heta bibe şev, em birçî jî bimînin em dê şer bikin. Em bimirin jî em dê şer bikin. Heta em bi ser bikevin em dê şer bikin."

Ramazanê biçûk paxavan bi awirên heyraniyî yên hemwelatiyên di nobetê de ne nake û axaftina xwe didomîne û ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha dibêje, "Heke Apo dernekeve, ez dê van deran talan bikim. Ez ê bişkînim, van dera bişewitînim. Derkeve jî ez dê bikim."

'Heta em bi ser kevin ez dê şer bikim'

Ramazanê ku dubare dubare gotina "Ez dixwazim aştî pêk were" dubare dike wiha dibê, "Bila mirov nemirin, tenê bijîn. Ez dê bo vê şer bikim. Heta em bi ser kevin ez dê bo vê şer bikim. Heta mirinê ez ê şer bikim."

'Vê dera di nav kirêtiyê de nehêlin'

Her wiha bangawaziyeke Ramazan a ji bo kesên li rojavayê welêt dijîn heye. ramazan wiha bang li wan dike, "Ez bang li hevalên xwe yî li Stenbolê jî dikim. Ez dibêm, hûn jî şer bikin û van dera di nav kirêtiyê de nehêlin. Ez daxwaza alîkariyê dikim. Bila di şer de bi ser kevin. Ma çi bûye, bila alîkariyê bikin. Em dimirin. Hemû sewal dimirin lê dê em jî bimirin. Em dê qet nemirin, na tiştekî bi vî awayî tune ye. Em hemû dizanin ku em dê hemû bimirin. Dê li van dera tu tişt nemîne, tenê dê daristan bimîne. Bila şer nedome, aştî pêk were." Ramazanê biçûk bi destên xwe ekranên kamerayê digire û dide der ku axaftina wî bi dawî bûye.

(kom/red)



🕔 24