09:04 15/2/2016 |
|
Futbolvanên tîma jinan a Amedsporê bertek nîşanî biryara federasyonê ku Amedsporê sewqî PFDK'ê kiribû dan û anîn ziman ku ew ji ber navê Amedsporê rastî tundî û êrîşên nijadperest tên. Futbolvana tîmê Bêrîtan Gultekîn jî ji ber biryara cezayê vê pirsê kir: "Eger Amedspor pankarta 'Bila zarok bimirin, neyên maçê' vekira dê federasyon car din Amedsporê sewqî PFDK'ê bikira?"
|
09:24 14/2/2016 |
|
Komên alîgir ên Amedsporê Barîqat û Mor Barîqat li hemberî sewqkirina lijneya dîsîplînê ya Amedsporê ji ber pankarta "Bila zarok nemirin bên maçê" nerazîbûn nîşan dan. Ji Barîqatê Bîlal Akkalu diyar kir ku ew ê vî gotinê li her derê bi kar bînin, ji Mor Barîqatê Jiyan Gunay jî bi gotina "Em dibêjin bila zarok nemirin û em ê bibêjin jî. Çiqas ceza dixwazin bila bidin" nerazîbûna xwe anî ziman.
|
15:30 09/2/2016 |
|
Di maça Amedspor-Fenerbahçeyê de dema Amedspor 3-2 ket pêşiyê, polîsan êrîşê alîgirên Amedsporê yên li derveyî stadê kir.
|
14:04 08/2/2016 |
|
Alîgirên Amedsporê ku sibê dê nikaribin li stadê maça Amedspor û Fenerbahçe temaşe bikin, bang li gelê Amedê kirin ku werin derdora stadê û li dora Amedsporê bibin yek.
|
19:03 06/2/2016 |
|
Di rojên borî de polîsan avêtibû ser tesîsên Amedsporê û 2 harddîsk flaşek wan desteser kiribûn radestî klubê hat kirin.
|
13:29 03/2/2016 |
|
Lîstikvanê serkeftî yê Amedsporê Denîz Nakî ji ber ku peyama “Bijî azadî” weşand, wî sewqê PFDK’ê kirin. Nakî berdek nîşanê êrîşê nîjadperestî da û got “Bila şer raweste û mirov neyên qetilkirin”. Hevseroka Kuluba Amedsporê Şevîn Zorlu jî anî zina ku Amedspor sembola aştî û biratiyê ye û got heta nêzîkatiyên dewletê neyê guhertin dê hewldanên lîncê jî berdewam bike.
|
17:24 08/11/2015 |
|
Tîma futbolê ya jinan Amedspor a di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze di lîstika li hemberî Elazig Bordo Atletîk Spor de 3-1 qezenc kir.
|
09:07 23/7/2015 |
|
Tima jinan a Amedsporê îro wê ji bo piştevaniyê biçe Almanya û li wir bi tîma şaredariya Hannoverê ya bi navê SG 74 re têkeve kampê. Endamê Lijneya Rêvebariya Amedsporê Dîlan Yumlu da zanîn ku 3 jê rêveber bi tevahî 14 kes biçin kampê û wiha got: "Ji bo ku di nava herdu tîman de pirek bê çêkirin em ê biçin kampê. Armanca me hevpariya futbolê ye"
|
11:32 10/7/2015 |
|
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi şîara "Bi xwezayê re bibe yek, bi sporê re azad bibe" 4'emîn Meşa Xwezayê di 25'ê tîrmehê de li Geliyê Godernê bide destpêkirin.
|
14:56 07/7/2015 |
|
Amedspor a Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê Kongreya Xwe ye Awerte li dar xist. Nûnerê Amedsporê Soran Haldî Mizrak berê ji bo navê Amedsporê serê li TFF'ê dabûn lê bi hinceta navê tîmekî amator Amedspor bû ev yek qebûl nekirin. Mizrak anî ziman ku ew dê ji bo navê Amed S.K. serî li federasyonê bikin.
|
18:11 22/5/2015 |
|
Rêveberên Tîmên 24 herêman bi civînekê hatin cem hev. Yenî Diyarbakirspor dê di Lîga 3'yemîn de bilîze.
|
19:29 20/5/2015 |
|
Welatiyên Amedê ji bo piştgiriyê bidin Yenî Diyarbakirspor di 3'yemîn Lîga Spora Totoyê de dilîze meşek girseyî li dar xist.
|
17:38 11/4/2015 |
|
Tima basketbolê ya Şaredariya Cizîrê û tîma basketbolê ya Zaxoyê di maça dostaniyê de hatin pêşberî hev. Maç 73-54 bi serkeftina tîma basketbolê ya Zaxoyê bi dawî bû.
|
15:26 04/4/2015 |
|
Li Cizîrê ji bo piştevaniya Kobanê ji hêla KESK, Odeya Dermanfiroş a Şirnexê û Odeya Tabîbên Şirnexê ve turnuvaya futbolê hat organîzekirin, maça ewilî hat lîstin. Di maça ku di navbera tîmên Botan û Kobanê de hat lîstin de tîma Botanê 6-1 bi ser ket.
|
09:10 31/3/2015 |
|
Cizîrspor a di sala 1973'an de hat avakirin piştî 7 salan ligel hemû cezayên bê temaşevan, pere û astengiyên siyasî jî bûn şampiyon û derket lîga 3. gogbazê Cizîrsporê Mûrat Yilmaz diyar kir ku di bûyerek biçûk de jî TFF'ê cezayê giran dida tîma wan û got ku gelek maçên wan bê temaşevan derbas bûn lê ligel vê yekê jî niha ew kêfxweşiya serkeftinê dikin.
|
16:31 29/3/2015 |
|
Amedspor di 2'yemîn Lîga Koma Sor a Spora Totoyê de dilîze di lîstika xwe ya ligel Kirklarelispor 3-1 qezenc kir. Alîgirên Amedsporê şampiyoniya Cizîrsporê bi lêdana çepikan û dirûşma "Cizîrspor şampiyon" pîroz kir.
|
16:03 29/3/2015 |
|
Cizîrspor di maça xwe ya dawî de li hemberî tîma 12 Bingolsporê yek puan stand û bû şampiyon. Bi vê re ji Lîga Herêmî ya Amator a Tirkiyeyê derket Lîga 3'yemîn.
|
09:35 27/3/2015 |
|
Tîma futbolê ya Jinan a Amedspor ku di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze ji aliyê heyeta çavdêr ve bi hinceta "propagandeya bîrdozî kir" sewqî lijneya disiplinê hat kirin. Piştre Tima Amedsporê a Jina ji bo parastinê xwe serî li Federasyona Futbolê da û Federasyonê biryara sewqkirina lijneya disiplînê qebûl nekir.
|
12:27 26/3/2015 |
|
Tîma futbolê ya Jinan a Amedspor ji aliyê heyeta çavdêr ve bi hinceta "propagandeya bîrdozî kirin" sewqî lijneya disiplinê hate kirin.
|
15:17 05/3/2015 |
|
Hevserokê Kuluba Amedspor Îhsan Avci diyar kir ku Amedspor di serî de tîma jin, zarok û hemû welatiyan e.
|