www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

Here naverokê

Zimanê albanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
  Albanî
Shqip
 
Welat Albanya, Kosovo, Makedonya, Montenegro, Sirbistan, Xirwatistan, Tirkiye û Romanya û Îtalya, Yewnanistan
Hêrem an navçe
Hejmara zimanaxêvan 7-9 mîlon
Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de
Alfabe
Dabeşandina malbata ziman
Hînd û Ewropî
Albanî
(Dabeşandina zimanî li gorî SIL)
Rewşa fermî û kodên ziman
Zimanê fermî ye li Albanya, Kosovo, Makedonya
Bi rêxistin
ISO 639-1 sq
ISO 639-2 alb
ISO/DIS
639-3
qi
SIL als (toskî) û aln (gegî)
Bibînin  : ziman, listeya zimanan, koda rengan

Albanî, zimanê albanî (bi albanî: Gjuha Shqipe bilêvkirina albanî: [ˈɟuˌha ˈʃciˌpɛ]), zimanekî malbata zimanên hind û ewropî ye û yek ji zimanên fermî yên Albanya û Makedonyaya Bakur e.

Du zaravayên cihêyên bi navê gegî û toskî têye navkirin hene. Lê zimanê niviskî li ser bingeha dîalekta toskî di sedsala 20an de hatiye çêkirin. Va prosesa standardîzasyonê bi kongreyeka di sala 1972an de li Tîranayê hatiyê pêkanîn ve hatiye temamkirin.

Di zimanê albanî de peyvên ku ji zimanên din ên mînak latînî, yewnanî û yên di sedsal û dehsalên dawî ji bûlgarî, îtalî, fransî û tirkî hatî standin cihekî û mîkareka girîng digirin.

Zimanê albanî li Albanya, li piraniya Kosovoyê, li Makedonyaya Bakur, Sirbistan û Montenegro tê axaftin. Dîsa li Îtalya û Sîcîlya (nêzî 100.000 axivêr) yên ku wek arbëreş tên navkirin û li Yewnanistan, ên ku wek arvanitan û çaman tên navkirin û bi zimanê albanî diaxivin hene. Li hin welatên Ewropayê jî koçarên ku ji wan welatan hatî zimanê albanî wek zimanê koçerî diaxivin.[1]

Li dinê bi temamî 8 mîlon kes bi zimanê albanî diaxivin û li wan 3,5 li Albanya, 3,5 li welatên din ên Balkanan û yên din jî wek koçer li dinê belav bûne.

Di dîrok de zimanê albanî bingehî li derên ku îro tê axaftin belavbûbû. Di sedsala 11an de hin nivîskar qala albaniyên ku bi zimanê albanî diaxivin kirine. Li wê şunda ewna li beravên Derya Adriyatîk belavbûne. Li wan hinek nav xelkên slavên ku li derên çûnî niştecî de asîmîle bûne û zimanê xwe guhertine.

Belgeya niviskiya ku bi zimanê Albaniya herî kevin a ku heta niha kişf bûyî di sedsala 15an de ye. Pirtûka herî kevin a ku bi zimanê albanî hatî nivîsîn, ya bi navê Meshari, di sala 1555a de ji hêla keşîş Gjon Buzuku ve hatiye nivîsîne.

Di sala 1870an de rojnameya herî sifte bi zimanê albanî hatiye derxistin. Li vê şunda zimanê albanî gorî axivêrên xwe yên li welatê lê, geh bi alfabeya latînî, geh bi alfabeya yewnanî, geh jî bi alfabeya erebî hatiye nivîsîn. Lê bi dawiyê sedsala 19an re standardîzasyon û yekkirina alfebeyan dest pê kiriye. Yek ji wan alfabeyan ya herî qebûl dibûyî "Alfebeya Stembolê", ya ku ji hêla Sami Fraşeri hatibû pêkanîn bû.[2]

Bi civîneka di 14 - 22 kewçêra 1908an de li bajarê menastirê Bitola hatibû pêkanîn ve zimanê albanî êdî bi temamî bi alfebeya latînî hat nivîsîn.

Ji 1908an û vir ve di zimanê albanî de bi temamî alfebeya latînî têye bikaranîn. Li ber wê ew herwiha bi alfebeya yewnanî û erebî jî dihat nivîsîn.

Di alfebeya latînî ya ku bo zimanê albanî tê bikaranîn ji herfên a, b, c, ç, d, e, ë, f, g, h, i, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, t, u, v, x, y, z. de pêk tê. Li hindê van herfan çend dîgrafên wek dh, gj, ll, nj, rr, sh, th, xh û zh jî tên bikaranîn.

Mînak ji albanî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan, beşa 1:

Të gjithë njerëzit lindin të lirë dhe të barabartë në dinjitet dhe në të drejta. Ata kanë arsye dhe ndërgjegje dhe duhet të sillen ndaj njëri tjetrit me frymë vëllazërimi.
ɟiθ ɲeɹɘzit lindin liɹɘ ðe baɹabaɹt diɲitet ðe drejta. ata kanɘ aɹsye ðe ndɘrɟeɟe ðe duhet siɫen ndaj ɲeɹi tjetɹit me frymɘ vɘɫazɘrimi
Kurdî: Hemû mirov azad û ji hêlê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiş û wijdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkayî li hev bikin.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Constitute of Ethnic Competition in Balkan County 2009, Vedat Aktay
  2. ^ Ilhan Xelîl, 2006, Dîrokatiya Alban û Sirb