Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Theodore Roosevelt, Jr. (bilêvkirina bi kurdî: Teodor Rûzvelt, jdb. 27ê çiriya pêşîn a 1858an li New York City; m. 6ê kanûna paşîn a 1919an li Oyster Bay, New York)
Di 14ê îlona 1901ê de bûye 26em serkdewletê DYAyê. Dema ew tê ser text di 42 saliya xwe de ye û ew kesê herî ciwan e ku did îroka DYAyê de hatiye ser desthilatdariyê. Ew ji Partiya Komarger bû.
Di dema wî de DYA dixwaze hêdî hêdî têkeve dika polîtîkaya cîhanê, wekî Brîtanya û Fransa çawa berjewendiyên xwe li seranser erdê didan gerandin, ew jî gavên pêşîn davêje. Roosewelt di dîroka nêzîk a DYAyê de, bi reform û guhertinên di qada birêvebirina sazûmaniya dewletê de tê bibîranîn.
Hin kes rexne bikin jî wî di sala 1906î de Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.
Theodore Roosevelt
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Akademîk | |
---|
Hunermend | |
---|
Însan | |
---|
Yên din | |
---|