www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

Here naverokê

Rojname

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rojname
  • Product category Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rojnameyên tirk û kurdî li Bismilê, 2010
Dema keşf/îcadê
  • 1605 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • column (column)
  • opinion piece (column)
  • editorial (column)
  • op-ed (column) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rojname weşana rojane ya bûyeran e ku li ser kaxiz tê çapkirin û dû re tê firotin. Rojnameyên hefteyî û mehane jî hene. Rojnameya pêşîn a bi zimanê kurdî Kurdistan bû ku di sala 1898'an de li serbajarê misrî Qahîreyê derketiye. Roja îro jî gelek rojname li ser înternetê derdikevin.

Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkiriye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kiriye. Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avetin û di sedsala 17'an de bi awayê rojnemegerîye derketiye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatiye dîtin ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin[çavkanî hewce ye] û her wiha tabletên ku ji dema imperatoriya Roma hatiye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî[çavkanî hewce ye] em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê "The weekly News From Italy and German", "La Gazette", "Avisa", "Gedenck Wurdige Zeitung" û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne.[çavkanî hewce ye]

Destpêka Rojnamegeriya kurdî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojnamevaniya kurdî bi rojnameya Kurdistan ku di 22'ê nîsana 1898'an de dest bi weşanê kiriye. 22'ê nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegeriya kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî "Roja Rojnamegeriya Kurdî" tê qebûl kirin.[çavkanî hewce ye]

Rewşa niha ya rojnamegeriya kurdî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojnameyên me piranî ne rojane ye û hinek wan jî ne vedorî derdikevin. Piraniya wan wekî rewşekê xwezayî li Başurê Kurdistanê derdikevin, wekî rojnameyên Evro û War (2012) li Duhokê. Rojnamegeriya kurdî her çi qas li bakur pêşketî be jî ji ber rewşa ziman a xirab rojnameyek rojane tûneye. Rojnameyên ku derdikevin jî ji ber polîtîkayên înkarê yên dewletê zêde nayên firotin. Ev rewş jî bi girêdayê rewşa sîyasî û perwerdehiya bakurê Kurdistanê ye.

Lîsteya rojnameyên kurdî (2004)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojname Nûçeyên ji rojnameyên kurdî