www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

Here naverokê

Boudîka

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 08:53, 6 adar 2023 ya ji aliyê Ahmetbeg (gotûbêj | beşdarî) (Rûpel bi "'''Boudicca''' li girava Brîtanyayê keybanuyekî hemberî Romayîyan serê hilda bû û tekoşîn kiribû. Dî demên zû de mêrê wê Prasutagus û ew bi hev re li qebîleya Iceni de desthilatdar bûn. Prasutagus du keçên xwe dabû Împarator Neroyê û Qebîle bibû hevalbendê Împaratoriyê. Pişta mirina key, Boudicca wek keybanuyê hate ser text. Lê Împaratorî wê firsetê dît û axa Iceniyê..." hat çêkirin) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Boudicca li girava Brîtanyayê keybanuyekî hemberî Romayîyan serê hilda bû û tekoşîn kiribû.

Dî demên zû de mêrê wê Prasutagus û ew bi hev re li qebîleya Iceni de desthilatdar bûn. Prasutagus du keçên xwe dabû Împarator Neroyê û Qebîle bibû hevalbendê Împaratoriyê. Pişta mirina key, Boudicca wek keybanuyê hate ser text. Lê Împaratorî wê firsetê dît û axa Iceniyê bi temamî dagir kir û Statûya hevalbendiyê jî ji holê rakir. Boudicca vê yekê qebûl nekir. Lê wê çaxê jî ji aliyê Împarotoriyê destdirêjî keçên wê kirin. Piştê wê bûyera qirêj Boudicca serî hilda. Demekî kurt de Camulodunum, Londinium û Verulamiumê bi dest xist û wêran kir, 80 hezar kesên ku hemwelatiyên Romayê kuştin.

Li aliyê Romayê ji bo agirê serhildanê bitefîne parêzgar Gaius Suetonius Paulinus hêzek mezin amade kir. Her du hêz şerê wek Şerê Kolana Watlingê tê zanîn hatin hemberê hev. Parêzgar bi taktikên stratejîk ve û bikaranina mercên cografî jî ser ket. Tê gotin ku Keybanu ji qehra têkçûnê xwe pê jehrê kuşt.