09:06 05/3/2016 |
|
Bajaroka Komirê ji ber 6 ocaxên mermer û keviran bêav û bênefes maye. Hevşeradarê Bajarokê Huseyîn Yuka diyar kir ku ocaxên mermer û keviran bajarok aniye asta ku nikarin bijîn û li hemberî desturdayîna ocaxên nû nerazîbûn nîşan da.
|
09:43 27/2/2016 |
|
Di mehên dawî de çêkirina bendava Ilisuyê ya ku yek ji parçeya konsepta şerê AKP'ê ye, rê ji qatlîamên xweza û dîrokê re vedike bi lez û bêz tê çêkirin. Bendava ku ji aliyê Cengîz Holdîng a ku li Cerattepeyê bi çêkirina înşeata madenê ve hate rojevê, yek ji lingê wî ji li Basayê tê çêkirin.
|
11:51 25/2/2016 |
|
Ji bo projeyên bendav û HES'ên ku têne plankirin li Geliyê Munzurê were çêkirin ji Miduriyeta Bajarvanî û Hawîrdorê ya Bajêr û Walitîyê serlêdana betalkirinê hate kirin.
|
16:26 21/2/2016 |
|
Meclîsa Ekolojî ya Rihayê darên 400 salî ên li Xana Gumrukê ya dîrokî ku ji hêla Şaredariya Eyyubiyeyê û Weqfa Rizvaniyeyê hate birîn şermezar kir.
|
12:58 21/2/2016 |
|
Bi hezaran welatiyên ku li ber konê berxwedanê ya li navenda Artvînê hate danîn kom bûn bi pêşengiya jinên ku belgeya "Ev înşeat qanûnî nîne" hilgirtin ber bi Cerattepeyê meş dest pê kir.
|
09:08 03/2/2016 |
|
Bajarê dîrokê Heskîf a ku dê bi bendava Ilisuyê ve di bin avê de bîmine û ji bo veguhestina warê dîrokî qanûn ji meclîsê jî hate derbaskirini, parasvanên jijayê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku divê Heskîf li şûna ku bê veguhastin divê bê parastin.
|
09:04 31/1/2016 |
|
Endamê Înîsîyatîfa Jiyandina Heskîfê Omer Faruk Akyuz bertek nîşanê pêşnûmeya veguhestina Heskîfê da û got ku dewlet ji Sûrê heya Heskîfê dixwaze cihên dîrokî vala bike. Akyuz anî ziman ku ew hişmendiya komkujiyên li ser çandê baş nas dikin û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê jî bajarê Palmîra ji holê rakir. Îro heman hişmendî bi destê dewletê Heskîfê winda dike. Yên Palmîra wenda kirin, îro dixwazin Heskîfê winda bikin.”
|
09:10 29/1/2016 |
|
Li navçeya Bêgirê ji ber 2 HES'ên li ser çemê Bengimahîyê hatine çêkirin jiyan hat asta qedîne. Niştecihê taxa Axparanê Yilmaz Kuşçu destnîşan kir ku HES'an ne tenê aboriya wan her wiha çand, dîrok û xwezaya wan jî bi tunebûnê re rû bi rû hiştiye û wiha got: "Heke rêveberiya cewherî hebûya û gel di diyarkirina pêşeroja xwe de xwedî biryar bûya ev pêk nedihatin."
|
09:18 25/1/2016 |
|
Di demê dawî de xwezaya bakurê herêma Egeyê ji aliyê komên sermayeyê bûye cihê talanê. Niha çêkirina Santrala Termîkê a Çandarli û Fabrîkaya Çîmento a Zeytîndag di rojevê de ne. Hewl didin van projeyan ji rojeva raya giştî derxin, bidin jibîrkirin û niha li benda biryara wezaretê ne. Berdevkê Platforma Havirdorê ya Bergamayê Erol Engel da zanîn ku li dijî biryarê derketine, lê li bendê nîn in ku ji bo parastina hawirdorê hikûmet biryareke baş bigire.
|
09:03 01/1/2016 |
|
Bajarê Antîk a Phokaî ya Foçayê ku namzet e bikeve lîsteya esas a UNESCO'yê ji ber projeya kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Şaredariya Foçayê di bin xetereya tunebûnê de ye. Dadgeha Îdarî ya 3'emîn a Îzmîrê jî ji ber derbarê projeyê de biryar nade dibe şîrikê qirkirina çandî û ekolojîk.
|
09:02 29/12/2015 |
|
Têkoşîna Gelê Aliaga ya li dijî projeya Şaredariya MHP'ê ya Parka Zeytinlî û Bajarê Antîk yê Kymeyê bi ser ket û şaredariyê du proje rawestand. Serokê Şaxa Odeya Plansaziya Bajar a Îzmirê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku çand û gel di bin êrîşek dijwar de ne û têkoşina hevpar girîng e.
|
14:59 25/12/2015 |
|
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê der bare texrîbên li ser bajarên kurdistanê yên ku qedexe lê hene rapora ku amede kiribû bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber polîtîkayên êrîşkar, di ekosîstemê de texrîbatên pir cîdî çêbûne û mafê bingehîn ên mirovan ên wekî paqijî, hawirdorek ku tê de mirov bikaribe bijî, perwerde, tendûristî û mafê ewlehiya jiyanê hatiye xezpkirin.
|
09:02 24/12/2015 |
|
Ekolojiya bajarê Dîlokê ku ji her aliyê ve di destê sermayeyên mezin de hatine parvekirin di bin metîngeriyê de maye û her ku diçe wêrantir dibe. Meclisa Ekolojiyê ya Dîlokê derbarê wêrankirina ekolojiyê de dest bi xebatan dike û rayedarê meclisê ragihand ku dê bi riya komîsyonan rê li ber van pirsgirêkan bigirin.
|
09:28 15/12/2015 |
|
Sulavên Harbiye yên li navçeya Defne ya Hatayê bi xweşikbûna xwe ve mirovan sermest dike lê ji ber xemsarî, bajarîbûn û polîtîkayên rantê yên rêveberiyên herêmî di bin xetereyê de ye.
|
09:28 15/12/2015 |
|
Bendavên ku li Gundê Serêrê yê Xinisê têkevin meriyetê, dê zeviyên Fasulyeyên Şekir ku giranbuha ne di bin avê de bihêle.
|
09:03 14/12/2015 |
|
Qadên daristanê yên çiyayê Amanosê ku wekî "Salîh kayasi" tê zanîn ji bo kana keviran bê çêkirin dewrî şîrketekî taybet hatekirin. Ruhsata ku ji bo kana kevir a li taxa Karaksi hatibû vekirin di encama têkoşînê de hatibû betalkirin lê îsal careke din hate nûkirin. Welatiyên taxê diyar kirin ku êdî ji taxa wan ne bêhna daran bêhna tozê tê û gotin ew naxwazin ji taxa xwe koç bikin.
|
16:32 13/12/2015 |
|
Rêxistinên sivîl ên civakî têkîldarî qedexeya derketina derve daxuyaniya hevpar dar û bi gotina "Em hawara Sûrê li bedena xwe de hîs dikin. Sûr bi candayînê ve qîr dike" banga xwedîlêderketina mîroteya çandî kirin.
|
09:09 12/12/2015 |
|
Taxa Germiyan a Çeşme ya Îzmirê ya bi salan li hemberî kanên keviran têkoşîn meşand, niha jî di bin gefa Santralên Enerjiya Ba (RES) de ye ku ji ber RES'ê çandinî li herêmê hişk dibe.
|
12:16 07/12/2015 |
|
Li Dersîmê bi hatina zivistanê re darvan jî ketine nav daristanan. Darên berû ku ji bo gelê Dersim pîroz in, ji aliyê darvanan ve têne birîn û qereqolên li herêmê û Miduriyeta Daristanan tenê çavdêriya vê komkujiyê dikin.
|
09:09 07/12/2015 |
|
Xebatên ji hêla Navenda Lêkolînê ya Pisîka Wanê ya girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yilê bi armanca parastina pisîka Wanê tên meşandin, encamên erênî dide.
|