www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Dadgeh dibe şîrikê qirkirinê

 
1 Çile
09:03 2016

CÎHAN BAŞAKÇIOGLU

ÎZMÎR (DÎHA)
- Bajarê Antîk a Phokaî ya Foçayê ku namzet e bikeve lîsteya esas a UNESCO'yê ji ber projeya kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Şaredariya Foçayê di bin xetereya tunebûnê de ye. Dadgeha Îdarî ya 3'emîn a Îzmîrê jî ji ber derbarê projeyê de biryar nade dibe şîrikê qirkirina çandî û ekolojîk.

Li Herêma Egeyê, ji ber projeyên rantê li hemberî jiyana ekolojîk polîtîkayên qirkirinê berdewam dike. Li navçeya Foça ya Îzmîrê, Bajarê Antîk a Phokaî ku namzet e bikeve lîsteya esas a UNESCO'yê, bi kolandinên ku tê kirin hêdî hêdî tê tunekirin. Li gel hewldan û serlêdanên hiqûqî ku gelê Foçayê kiriye jî Dadgeha Îdarî ya 3'emîn a Îzmîrê hê jî biryara rawestandina projeyê nedaye. Ji ber ku dadgehê biryar nedaye, li herêmê xebatên kolandinê berdewam dike û berhemên dîrokî roj bi roj zirarê dibîne.

Dadgeh dibe şîrikê qirkirinê

ÎZSU, bi xebatên kolandinê ku dike, zirarê dide berhemên dîrokî yên binerd. Dadgeha Îdarî ya 3'emîn a Îzmîrê jî ji ber ku derbarê projeyê de biryarê nade, rê li ber vedike ku yek ji bajarên herî girîng a antîk, bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Şaredariya Foçayê ve were qirkirin.

'Di şaşiyê de israr dikin'

Berdevkê Hewldana Jiyana Xwezayî û Çandî Ahmet Tuncay Karaçorlu, derbarê helwesta dadgehê û projeyê de axivî. Karaçorlu diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Şaredariya Foçayê ev 10 sal in tevî hemû hişyariyan jî, li herêma ku bajarê antîk lê ye di projeyeke şaş a kanalîzasyonê de israr dikin.

Karaçorlu destnîşan kir ku cihên projeya kanalîzasyonê tê pêşxistin, bi berhemên bêhempa yên Bajarê Antîk a Foçayê dagirtî ye û eger ev proje pêk were dê bajarê antîk ji holê rabe.

(sy)



🕔 24