Koma Nobeta Nûçeyan serdana ajansa me kirin
1 Adar
15:23
2016
AMED(DÎHA) - Ji bo piştevaniya rojnamegerên li Kurdistanê yên di şert û şirûtên zehmet de dixebitin, koma 5'emîn a Nobeta Nûçeyan a hat Amedê, serdana ajansa me kir.
Ji bo piştevaniya hempîşeyên xwe yên li Kurdistanê di bin zext û zoriyên dewletê de dixebitin û ji bo li qadê nûçeyan bişopînin koma 5'emîn a Nobeta Nûçeyan hat Amedê û serdana ajansa me Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DÎHA) kirin. Rojnamegerên ku hatin bajêr û di nav wan de ji rojnameya Ozgur Gelecekê Asli Ceren Aslan, ji rojnameya Evrenselê Çagri Sanri û ji rojnameya Yenî Asyayê Mûrat Sayan, Gokhan Yilmaz û Abdurrahîm Çelebî jî têde, serdana ajansa me kirin. Tê payîn ku dê rojnameger sibê li saziyan peywirdar bin û dest bi kar bikin.
(red)