Kiryarên qatlîama Vartînîsî beraet kirin - DEQEYA DAWÎ
1 Adar
17:27
2016
KIRIKKALE (DÎHA) - Di doza Vartînîsê ya ku ji heman malbatê 9 kes beriya 23 salan hatibûn qetilkirin de heyeta dadgehê der barê hemû bersûcan de biryare beraetê da. Piştî biryarê tekane kesa malbatê Aysel Ogut a ji qatlîamê xilas bûbû li salona dadgehê ji ser xwe ve çû. Li ser rageşiya derket cendirme ketin salonê û êrîşî xizmên malbatê kirin.
(sa)