www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

'Çavkaniya Komun Marketê gel e'

 
18 Sibat
09:02 2016

WAN (DÎHA) - Welatiyên Wanê li hemberî operasyona li dijî Komun Market a ji aliyê Komîsyona Aboriyê ya KCD'ê ve projeya wî hatibû çêkirin û beriya 8 mehan jî hatibû vekirin hilberînên organîk ji hilberîneran digihîne mezexeran nerazîbûn nîşan dan û bersiva "Çavakaniya komun marketê gel" dan nûçeyên wekî "aboriyê digihînin rêxistinê" di çapemeniya hewzê de derdikeve.

Çapemeniya operasyonê ya ku di koalîsyona dijberiya aboriya komunal û xwerêveberiyê de cih digire ve carê jî koperatîfên ku gel bi keda xwe ve ava kiriye dike hedef. Welatiyên Wanê li hemberî operasyona li dijî Komun Market a ji aliyê Komîsyona Aboriyê ya Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) ve projeya wî hatibû çêkirin û beriya 8 mehan jî hatibû vekirin hilberînên organîk ji hilberîneran digihîne mezexeran nerazîbûn nîşan dan û bersiva "Çavakaniya komun marketê gel" dan nûçeyên wekî "aboriyê digihînin rêxistinê" di çapemeniya hewzê de derdikeve. Endamê Komîsyona Aboriyê ya KCD'ê ya Wanê Nebî Kaçak jî diyar kir ku nûçeyên navborî nîşaneya bêtehamuliya aboriya komunal e.

'Gel xwedî lê derdive'

Endamê Komîsyona Aboriyê ya KCD'ê ya Wanê Nebî Kaçak diyar kir ku Komun Market ev 8 meh in xebatên xwe didomîne, piştî ku li marketê cureyên hilberînan zêde bû eleqeya welatiyan jî zêde bû. Kaçak destnîşan kir ku nûçeyên reşkirinê yên ku der barê Komun Marketê de derdikeve ji bo reşkirina aboriya komunal e û wiha axivî: "Koperatîfa me ji aliyê 180 kesên ku hatin cem hev ve hate ava kirin, pêvajoyên qanûnê temam kir û saziyeke fermî ye. Ev sazî xebatên aboriyê dimeşîne. Saziyekî hiqûqî û rewa ye. Îdiayên ligel ku qezenc nake jî çavkaniya fînansê dibîne heye. Bêguman divê ji wan bê pirsîn çawa çavkaniya fînansê tê dîtin."

'Nîşaneya bêtehamuliyê ye'


Kaçak anî ziman ku çapemeniya Erdogan a ku di koalîsyona dijbertiya xwerêveberiyê de cih digire bi nûçeyên bi vî rengî bêtehamuliya li dijî aboriya komunay nîşan didin û wiha berdewam kir: "Em ê marketa xwe mezintir bikin. Em ê bi vî rengî bersivî bidin nûçeyên bi vî rengî. Daxwaza me ji gelê Wanê ew e ku piştgiriyê bidin. Ji ber ku ev sazi ciheke ku rantê bi dest bixe nîne. Em hewl didin abaroyia civakî sererast bikin."

'Dê xebatên me bidome'

Endamê Komîsyona Abroyiê Kerem Duman jî diyar kir ku hilberîner jî mezexer jî ji Komun Marketê memnun in û wiha got: "Ez li vir dixebitim. Serê sibehê zû têm û gelê me bi kêfxweşî tên vê derê, bi rehetî tên." Duman bilêv kir ku dema ku ne li markete bin jî gel tişatn dikire û beramberî tiştên ku dikirin dihêlin. Duman anî ziman ku ew ê xebatên xwe bidomînin.

'Marketa gel e'

Welatiyên ku pêdiviyên ku ji Komun Marketê bi cih -tînin jî diyar kir ku ev der marketa gel eû li dijî nûçeyên ku tên çêkirin nerazîbûn nîşandan. Welatiyê bi navê Nurullah Eroz destnîşan kir ku çavkaniya Marketê gel e û wiha axivî: "Komun Market Marketa gel e. Hemû kes dikarin li vir danustendinê bikin. Ji bo gelê Wanê hatiye avakirin. Hilberînên wî baş in, bi qalîte ne."

Welatiyê bi navê Ramazan Aşkan jî diyar kir ku Komun Market li gorî marketên din bi qalîte û erzan e û ev tişt anî ziman: "Em her tim tiştên xwe ji Komun Marketê dikirin. Buhayên vê derê li gorî marketên din erzan e. Ev marketa gel e. Nûçeyên ku tên çêkirin derew in."

Xemê Turgut jî destnîşan kir ku divê xwedîli Komun Marketê bê derketin û wiha got: "Koperatîfa me hemûyan e, divê em piştgiriyê bidin. Malzemeyên ib qalîte hene û gelekî erzan e. Ez pêşniyar dikim ku hemû gelê me li vir tiştan bikirin."

(sa)



🕔 24