09:08 18/2/2016 |
|
Ciwanên endamên Halkevlerî destnîşan kirin ku hikumeta AKP'ê dixwaze bi polîtîkayên tevkujiyê tirsê di civakê de pêş bixe û gotin "Ji bo faşîzma Qesrê were hilweşandin divê zarokên Geziyê û zarokên xendekan dest bidin hevûdu û di eniyeke hevpar de bigihin hev."
|
09:07 13/2/2016 |
|
Ciwanê Pontusî Sînan Firat Koymen diyar kir ku gerîlayên Pontus ên di 1920'an de xwe birêxistin kirin jî weke gerîlayên PKK'ê ji bo li hemberî dagirkeriyê axa xwe biparêzin çek hilgirtin û wiha got: "Ciwanên Pontusî ji bo teslîmî qatilên xwe nebin neçûn leşkeriyê û an jî ji leşkeriyê firar kirin û tevlî yekîneyên gerîla yên Pontus bûn. Îro li Kurdistanê jî şerekî gel heye. Ciwanên kurd ên diçin leşkeriyê li ser erdnîgariya xwe li hemberî gelê xwe şer dikin."
|
10:08 17/1/2016 |
|
Komeleya Xwendakarên Azad a Zanîngeha Firatê (FOODER) ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwedîlêderketina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin şahî li dar xist.
|
09:09 11/1/2016 |
|
Jinên ODGK'î diyar kirin ku dewlet tehamulî pêşengiya jina Kurd nake û ji ber vê yekê bi zanebûn qetil dike. Jinên ciwan gotin ku YPS-JIN li hemberî qirkirina jinê hatiye avakirin û bang li hemû jinan kirin ku tevlî parastina cewherî ya li Kurdistanê bibin.
|
09:04 10/1/2016 |
|
Jinên ciwan bi kongreya xwe ya pêkanîn ve di bin banê ODGK'ê de hatin cem hev. Jinên ciwan diyar kirin ku dê bi meclîsên jinên ciwan ên bên avakirin ve beşên xwerêveberiyê ji bo ku bê înşakirin têkoşîneke aktîf bimeşînin, bi rêxistinbûna xwe ve li dijî qatlîamên dewletê derkevin.
|
09:01 07/1/2016 |
|
Ciwanên Îzmîrê Yekîneyên Parastina Sivîl ên li Kurdistanê li hemberî terora dewletê hate avakirin silav kir. Ciwan diyar kirin ku li ber ciwanên rojavayê Tirkiyeyê jî du rê hene, an dê tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin an jî de her derê veguherînin Kurdistanê.
|
14:51 06/1/2016 |
|
Jinên ciwan ên Mêrdînê avabûna Meclîsa Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) ragihand û bang li jinên Tirk, Kurd, Suryanî û Ereb kir ku di bin banê meclîsê de bibin yek.
|
09:00 04/1/2016 |
|
Rêxistinên ciwanan ên li Tirkiyeyê avabûna YPS'ê ya li hemberî terora dewletê silav kirin. Ciwanên Tirkiyeyî diyar kirin ku divê têkoşîna li pey xendekan bi Kurdistanê re bi sînor nebîne û peyama "Divê YPS li Tirkiyeyê jî were avakirin. Bila li her derî YPS were avakirin û herkes xwe biparêze" dan.
|
09:08 27/12/2015 |
|
Endamê DEM-GENÇ'ê Cuneyt Aslan, diyar kir ku ew ji rêveberiya cewherî gavan paşve navêjin û wiha got: "Îro gelê Rojava çawa azad bû û çawa pergala xwe ava kir, Şengal çawa azad bû, gelê Bakurê Kurdistanê jî dê bi rêveberiya cewherî azad bibe."
|
10:21 19/12/2015 |
|
Ciwanên rihayî bi slogana "Em xwedî li Rêbertî û xwerêveberiyê derdikevin" bernameyek li dar xistin.
|
10:07 18/12/2015 |
|
Xwendekarên Zanîngeha Erdexanê balê kişandin ser êrîşên nijadperest ên bi hevkariya polîsan pêk tê û gotin "Her kê bixwaze rêxistinbûna me belav bike, emê bi parastina cewherî bersiva wan bidin."
|
16:54 16/12/2015 |
|
Encamnameya 1.Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê hate daxuyandin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê, gel bi riya rêveberiya cewherî çareseriya xwe pêş dixe û dê ciwanên Kurdistanê jî pêşengiya berxwedana rêveberiya cewherî bikin.
|
10:08 16/12/2015 |
|
Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê serhildanên gel ên li Cizîr, Sîlopî, Kerboran, Sûr û Nisêbînê ya li dijî hewldanên qatlîaman silav kirin anîn ziman ku ew ê bi hev re berxwedana gelê kurd xurtir bikin.
|
11:03 14/12/2015 |
|
Jinên ciwan dê ji niha û pêde bi navê Jina Ciwan a Demokratîk a Azad (ODGK) xwe birêxistin bike. ODGK dê di 9'ê Çile de avabûna xwe îlan bike û ji bo pêşxistina hemû xalên rêveberiya cewherî xebat bimeşîne.
|
17:19 13/12/2015 |
|
Yekemîn Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê ya ku bi beşderiya hezaran ciwanan pêk hat û nîqaxên xwerêveberiyê mora xwe li kongreyê xist bi coşeke mezin bi dawî bû.
|
13:02 13/12/2015 |
|
Yekemîn Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê li Amedê bi beşdariya bi hezaran ciwan û 500 delegeyan ve dest pê kir.
|
11:16 12/12/2015 |
|
Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Harranê, diyar kirin ku ewê bi xurtî tevlî kongreya DEM-GENÇ'ê ya sibe li Amedê tê lidarxistin bibin û peyama ku ji şoreşê û rêveberiya cewherê re amade ne dan.
|
09:35 11/12/2015 |
|
DEM-GENÇ'ê dê di 13'yê kanunê de kongreya xwe li dar bixe. Aktîvîstê DEM-GENÇ'ê Ûmût Ozkan diyar kir ku ew ê nasnameyek nû ji bo ciwanan peyda bikin, ji ber ku pergal ji kombuna ciwanan ya ji bo jiyanek nû ditirse êrîşan li ciwanan dike.
|
15:42 28/11/2015 |
|
Ciwanên SGDF'î yên herêma Kurdistanê bi panelekî li Amedê hatin cem hev. Di panelê de Berdevka SGDF'ya Herêrma Kurdistanê Senem Bali axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê pargalek çewisankar heye û têkçûna vê pergalê bi yekitiya ciwanan mimkune.
|
09:07 28/11/2015 |
|
Amedekariyên 1'emîn Kongeya Awarte ya DEM-GENÇ'ê a ku dê bi beşdariya 500 delegeyan pêk bê hatin temamkirin. Aktîvîsê DEM-GENÇ'ê Bariş Coşkun diyar kir ku yek ji armanca kongreyê, komkirina hêza ciwanan e.
|