www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demirtaş: Em dê weke zarokên Kawa Newrozê pêşwazî bikin

 
9 Adar
12:53 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna têkildarî Newroza bi dirûşmeya "Em dê di berxwe bidin û qezenc bikin" de diyar kir ku heke hikûmetê hemû gel qebûlkiriban dê Newroza sala 2016'an di nav aştiyê de pêşwazîkiribana û wiha got: "Newroz weke hêviyeke nû li ber deriyê me ye. Newroz destpêka vekirina rêyeke nû ye. Em dê Newrozê bi şîara 'Em dê di berxwe bidin û qezenc bikin' pêşwazî bikin."

Hevserokên KCD, HDP, DBP, KJA û HDK'ê têkildarî bernameya Newrozê li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de ewil Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û wiha got: "Em dê têkildarî Newrozê de hin agahiyan bidin. Weke tê zanîn Newroz sedan salin nirxekî gelan e. Bi hezaran sale bi tevlîbûna gelan re tê pîrozkirin. Li Rojava û Mezopatamyayê bi coşekî mezin tê pîrozkirin. Newroz bi aştî û azadiyê tê pênasekirin. Zivistan xilas bû buharê dest pê kir. Buharekî xweş dest pê dike. Em di pêvajoyekî dijwar û zivistanekî dijwar re derbas bûn. Bi Newrozê re rojên bi hêz li benda me ne. Li Kurdistanê cejna berxwedanê Newroz e. Newroz li hemberû zilim û koletiyê berxwedan e. Gelê me her tim ber xwe da. Li hemberî koletiyê em jiyanekî wekhev û azad dixwazin. Me tu caran li hemberî zextan serê xwe netewand. Em îsal jî di pêvajoyên zor re derbas bûn. Hêzên dewletê bi her awayî li Kurdistanê hovîtî pêk anîn. Cenazeyên me şewitandin. Bedenên jinan teşhîr kirin. Gund û taxên me şewitandin. Ligel van hemûyan gelê me dest ji berxwedanê berneda. Em dixwazin navê vê Newrozê bibe Newroza azadî û berxwedanê. Em dê li her bajar Newrozê pîroz bikin. Di dilê me de birîn hene lê em dê bi berxwedanekî mezin û coşekî mezin li hemberî zilimê rawestin. Em dê Newrozê bi wan hestan pêşwazî bikin."

'Em ê coşa Amedê bibin Cizîrê'

Em dixwazin Newrozê bi astengiyan na bi xweşik pêşwazî bikin. Em dê di 21'ê de li Amedê Newrozê pêşwazî bikin û pîroz bikin. Em mêvanên xwe jî dewet kirin. Em dixwazin di 22'yê Adarê de bi herikin Cizîrê. Em dixwazin coşa Amedê bibin Cizîrê. Em dixwazin hemû kes biherike Cizîrê. Em dixwazin li Cizîrê bi berxwendaê Newrozê pêşwazî bikin."

Piştî Irmak Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş anî ziman ku dê Newrozê bi coşekî mezin pêşwazî bikin û wiha got: "Ez Newroz hemû kesên baweriyê bi rihê Newrozê tînin pîroz dikim. Bi taybet di salên 90'î de her sal bi zilim û zextan me Newroz pêşwazî kir.Ji sala 2000'an heya niha me Newroz bi destûr û girseyî pêşwazî kirin.Di sala 2013'an de bi xwendina nameya Ocalan ji bo gelê Kurd û Rojhlata Navîn şer bi dawî bibe hêviyekî nû hatibû afirandin.Me 3 Newrozên dawî wisa pêşwazî kiribûn. Li her aliyê cîhanê mirov hatibûn Amedê û şahidîniya dîrokê kiribûn.Mixabin ev pêvajo nehatin nirxandin.Em Newrozê di serdemekî xwîn diherike û aştî xirab bû de pêşwazî dikin. Heke salên borî hatiban nirxandin me dê Tirkiye û Rojhilatekî din a Navîn pêşwazî kiriba. Mirovên li şuna cenazeyan dê welekî buhişt pêşwazî kiriban. Lê mixabin ev yek nehat nirxandin. Hikumetê li şuna rexnedayînê bide bi êrîşan ev pêvajo anî vê astê."

'Em dê weke zarokên Kawa Newrozê pêşwazî bikin'

Demîrtaş da zanîn ku ger hikûmtê hemû gel qebûl kiriban dê di sala 2016'an de Newroz di nava aştiyê de pêşwazî kiribana û wiha berdewam kir: "Partî ji bo hewcehiyên gelan berjevendiyên xwe fida dikin. Lê AKP ji bo berjevendiyên xwe bi destê dewletê welat ber bi tevlî heviyê ve bir. Newroz weke hêviyekî nû li ber deriyê me ye. Em Newrozê bi rewekî şînê pêşwazî nakin. Çaka Dehaq li hemberî Kawa têçû wisa pêşwazî bikin. Em dê weke zarokên Kawa pêşwazî bikin. Newroz hêviya vekirina rêyekî nû ye. Em dê Newrozê bi dirûşmeya 'Em dê ber xwe bidin û qezenc bikin' pêşwazî bikin. Ji bo pîrozbahiyên Newrozê serlêdanên me yên destûrê çêbûn. Heya niha em rastî tu pirsgirêkan nehatin. Em li bendêne ku walîtî û hikûmet li hemberî qadên pîrozkirinê baldar nêz bibe. Divê gelê me bi hêzekî mezin Newrozê pêşwazî bike. Em dê îsal li hemberî hovîtiya li Cizîr û Silopiyê di 22'yê Adarê de li Cizîrê bin. Bernameya Newrozê dê di 17'ê Adarê de dest pê bike û di 22'yê Adarê de dê bi dawî bibe. Bernameya her bajar û navçeyê di nava 2 rojan de nepêkane bê amadekirin. Belavbûna wê ji bo me jî hêsan e. Ji Ewropa û gelek cihên din mêvan hatin dewetkirin. Ji Rojava û Rojhilat partiyên siyasî hatin dewetkirin. Em dixwazin hemû dostên me tevlî Newrozê bibin."

(ft)



🕔 24