www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Ji Plaza De Mayo ji bo jinên kurd ên hatin qetilkirin daxwaza edaletê

15 Çile
13:24 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Di çalakiya li Bûenos Aîresê de, ji bo jinên kurd ên hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin. Têkoşîna jinên kurd hat silavkirin û banga piştgiriyê hat kirin.


Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, Plaza De Mayo çalakiya xwe ya ku her roja Pêncşemê lidar dixin, vê hefteyê diyarî jinên şoreşger ên Kurdistanî yên hatin qetilkirin, kirin. Zêdeyî 200 kesên li ser banga Dayikên Gulanê û Komîteya Piştgiriya Kurdistan-Latîn Amerîkayê li hev civiyan, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê kirin.

Ji damezrînerên Însiyatîfa Dayikên Gulanê Nora Cortînas ku ji meşê re pêşengî kir got, "Beriya sê salan sê jinên şoreşger ên Kurd ji aliyê dewleta TC û hevkarên wê yên li Ewropayê ve bi sûcekî li dijî mirovahiyê hatin qetilkirin. Sê jinên din ên şoreşger ên Kurd jî li Silopiyayê ji aliyê heman hêzên dewleta TC ve hatin qetilkirin. Bi van cînayetan re dixwazin têkoşîna jinên Kurd a leheng, têk bibin. Ji bo hesab ji berpirsyarên van cînayetan were pirsîn, em ê heta dawiyê têbikoşin."

Di belavoka li ser navê komîteya amadekar hat xwendin de çîroka jinên hatin qetilkirin, hat vegotin. Di belavokê de bang li raya giştî û saziyên navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna jinên kurd.

(sa)



🕔 24