www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Li Yewnanîstanê hilbijartina pêşwext

 
20 Îlon
11:14 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Yewnanistanê ligel qeyrana siyasî di nava 10 mehan de 3 caran hilbijartin pêk tê.

Li Yewnanistanê, 9 milyon û 836 hezar û 997 hilbijêr îro li 20 hezar sindoqan dengê xwe bi kar bînin. Hilbijartina pêşwext seat di 07.00'an de dest pê kir û seat di 19.00'an de bi dawî bibe. Gelê Yewnanistanê piştî 25'ê çileyê îro careke din diçe ser sindoqê û ji bo parlamenterên xwe hilbijirê dê biçe ser sindoqan. 19 partî dikevin hilbijartinê û 300 parlamenter bên hilbijartin.

Tê payîn ku pêşbirka vê hilbijartinê di navbera Syrîza û partiya Demokrasiya Nû de derbas bibe.

Encama di hilbijartina 25'ê çileyê de derketibû holê wiha ye:

SYRIZA: 149 kursî

Partiya Demokrasiya Nû: 76 kursî

Berbanga Zêrîn: 17 kursî

Potamî: 17 kursî

KKE: 15 kursî

ANEL: 13 kursî

PASOK: 13 kursî

(wk)



🕔 24