www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan îsyana xwe li ser diwaran neqişandin

 
1 Adar
12:44 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Li Mêrsînê jinan di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de şîdeta li hemberî jinan şermezar kirin û îsyana xwe bi nivîsên li diwaran neqişandin.

Xebatkarên Navenda Piştevaniya Jinê ya ÎSTAR a di bin banê Şaredariya Akdenîza Mêrsînê de xebatên xwe didomîne di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de ji bo balî bikişîne li ser şîdeta li hemberî jinan li ser diwaran nivîs nivîsandin. Jinên ku li taxên Şevket sumer, Çay, Çîlek, Ozgurluk, Yenî Hala, Sîteler Gundogdu yên Akdenîzê ya Mêrsînê hatin cem hev ji bo balî bikişînin şîdeta li hemberî jinan li ser diwaran nivîsên wekî "Jin jiyan azadî" nivîsandin.

Li aliyê din li Zanîngeya Mêrsînê jî jinên OGK'î li ser diwarên zanîngehê "HEta em azad bibin di îsyanê de ne" "Ger ferman a Qesrê be isyan a jinan e" û Jiyan kurt, jin tên 8'ê Adarê" nivîsandin û isyana xwe neqişandin.

(sa)



🕔 24