www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yuksek: Dorpêça Sûrê dê bi tevgera gel ve bê rakirin

 
29 Sibat
13:10 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê di civîna hevserokên bajaran de axivî nirxandina "Rejîma yekperest a AKP û Erdogan welat ber bi karasetê ve dibe. Di navbera polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û Îttihat û Terakkiyê tu ferq tuneye. Erdogan û Davutoglu polîtîkayên Enver Paşa dişopînin" kir. Yuksek diyar kir ku dorpêça li Sûrê dê bi tevgera gel ve bê rakirin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek li Amedê di civîna hevserokên DBP'ê yê bajaran de geşedanên rojevê nirxand. Yuksek ê di civîna li Salona Civînê ya Meclîsa Şaredariya Peyasê de axivî diyar kir ku bi konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê daye destpêkirin ve pêkûtiyên li dijî partiya wan zêde bûye, li Sîlopî û Cizîrê endamên PM a partiya wan Sevê Demîr û Mehmet Yavuzel hatine qetilkirin, gelek xebatkarên partiya wan hatine girtin.

'Em ê ala têkoşînê daneynin erdê'

Yuksek bilêv kir ku dewlet û AKP'ê êrîşî daxwaza xwerêveberiyê kirine û heta niha 500 sivîl hatine qetilkirin. Yuksek wiha axivî: "Em ê pêşeroja ku hevalên me dixwest bi hevre înşa bikin. Em ê ala wan a azadî û têkoşînê hilgirin û nexin erdê. Îradeyeke pir mezin nîşan dan, canê xwe feda kirin û têkoşiyan. Ev seknekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin e." Yuksek destnîşan kir ku polîtîkayên qatlîamê li Kurdistanê hê jî berdewam dike li Sûrê jî bi tobloyekî wekî Cizîrê re rû bi rû ne, di heman demê de li Nisêbîn, Dêrik, Hezex û Gever jî bi qatlîamê re rû bi rû ye. Yuksek bi bîr xist ku îxtidara AKP'ê polîtîkayên polîtîkayên xwe yên reşkirina şaredariyên DBP'î û ji peywir girtinê didomîne û di vî çarçoveyê de jî gelek hevşaredarên wan hatine girtin, herî dawî jî Hevşaredarên Dêrikê bi aweyeke bêhiqûqî hatine girtin.

Polîtîkayên qirkirinê yên salên 1930'an di dewreyê de ye

Yuksek da zanîn ku şaredarî û saziyên ku xizmeta gel dikin tên hedefgirtin û pêvajoyeke tasfiyeyê heye, wesayîtên kar ên şaredariyan tên desteserkirin û wiha got: "Şaredariya Dêrikê hatine dagirkirin, al daliqandine. belgeyên fermî tên desteserkirin. Her tiş di bin piyan de ne. De ev tablo di 12'ê îlonê de nedît. Di 12'ê Îlonê de şaredar ji kar dihatin girtin û li şûna wan leşker dihatin tayînkirin. Kayyumên AKP'ê jî ev in. Em bi rewşeke ji 12'ê Îlonê xirabtir re rû bi rû ne. Gelê kurd bi polîtîkayên qirkirinê yên salên 90 û 80'an na, bi polîtîyan qirkirinê yên salên 1930'an re rû bi rû ne."

'Erdogan polîtîkayên Enver Paşa dişopîne'


Yuksek da zanîn ku ev polîtîkayên AKP'ê dijminatiya kurdan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vî pêvajoya dîrokî de rejîmên tekperest hildiweşin, lê li Tirkiyeyê AKP û Erdogan rejîma yekperest ava dikin. Ev welat ber bi karasetê ve dibin. Rewşa niha wekî pêvajoya Şerê Yekemîn ê Cihanê ye. Di navbera polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û Îttihat û Terakkiyê tu ferq tuneye. Erdogan û Davutoglu polîtîkayên Enver Paşa dişopînin. Enver Paşa keştiyên Rûsyayê bombebaran kiribû û omsanî xistibû nava şer. Îro jî Erdogan balafirên Rûsyayê bambebaran kir û Tirkiye xist nava Şerê Sêyemîn ê Cihanê."

'Em ê rewşekî bênasname qebûl nakin'

Yuksek destnîşan kir ku li hemberî van polîtîkayên îxtidara AKP'ê divê gelên Tirkiyeyê vî pirsyar bikin, heta nebûye dereng ji bo rawestandina vê yekê bikevin nava hewldanan. Yuksek bilêv kir ku ew êdî bênasnamebûnê qebûl nakin.

Yuksek da zanîn ku di vî Pêvajoıyê de pêywireke mezin dikeve li ser milê hevserokên bajaran, heta li Sûrê dorpêç hebe divê li Erzirom, Mûş û Agiriyê gel bikeve nava tevgerê, dorpêç ancax dikare bi vî rengî ji holê rabe.

(sa)



🕔 24