www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

14:57 16/2/2016
 
Yüksekdag: Çi eleqeya Ezazê bi Tirkiyeyê re heye?
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî û balê kişand ser pêngava serkeftî ya hêzên QSD'ê. Yuksekdag destnîşan kir ku ji ber ku çeteyên DAIŞê û komên çete yên cûda li hemberî pêngava rizgarkirinê ketine nav tengasiyê, Tirkiye operasyon daye destpêkirin. Yuksekdag gotinên rayedarên hikumeta AKP'ê yên "Çi eleqeya Kobanê bi Tirkiyeyê re heye" bibîrxist û pirsa "Çi eleqeya Ezazê bi Tirkiyeyê re heye" kir.
10:23 16/2/2016
 
Muslîm: Ciwanên me di dibistana Ocalan de perwerde dîtine
Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm di konferansa li Atînayayê ya bi boneya salvegera komploya 15'ê Sibatê hatî lidarxistin de axivî û ragihand ku nêrînên Ocalan li Rojavayê Kurdistanê ketine meriyetê. Muslîm destnîşan kir ku berxwedana ku li Rojava tê pêşxistin ji bo parastina hemû nirxên mirovahiyê ye û got: "Hemû ciwanên me yên dêr, îbadetxaneyên Êzidiyan û mizgeftan diparêzin, di dibistana Abdullah Ocalan de perwerde dîtine."
10:02 16/2/2016
 
'Ji Ocalan ditirsin ku dikare nêrînên xwe pêk bîne'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di salvegera 17'emîn a komploya navneteweyî de li Atînayê di konferansê de axivî û destnîşan kir ku Ocalan di nav şert û mercên tecrîda girankirî de ji bo Rojhilata Navîn modeleke nû pêşxistiya. Demîrtaş balê kişand ser sedemên tecrîda li ser Ocalan jî û got "Belê gelekî ji Ocalan ditirsin, ne tenê ji nêrînên wî, ji hêza wî ya pêkanîna van nêrînan jî ditirsin."
09:01 16/2/2016
 
Meclîs HDP'ê red dike
Îxtîdara AKP'ê û Qesrê piştî li Kurdistanê şerê taybet da destpêkirin, li meclîsê rê li pêşiya HDP'ê jî girt. HDP’ê di sê mehê dawî de 135 pêşniyarên lêkolînê dan meclîsê, lê 50 pêşniyarname hatin redkirin û vîna HDP'ê tune hat hesibandin.
16:34 15/2/2016
 
Demirtaş: DAIŞ dewlet ava bike dê ewil Davutoglu nas bike
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Yewnenîstanê Çîpras re axivî û da zanîn bi Çîpras re li ser geşedanên li Rojhilata Navîn axivîne. Demîrtaş bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Sûriyeyê da û got "Dema DAIŞ êrîşî Kobanê kir Tirkiye mudaxale nekir. Eger DAIŞ dewlet ava bike dê di serî de Davutoglu vê dewletê nas bike.'
09:08 15/2/2016
 
Hesaba Munîhê dê li Helebê xira bibe!
Dewlet û hêzên herêmî û navneteweyî herî dawî li ser şer û kaosa li Sûriyeyê li Munîhê civînek lidarxistin û daxuyandin ku wan lihevkiriye ku di nav hefteyekê de li Sûriyeyê agirbest pêk were. Lê dema mirov li rewşa hêzên ku bi hev re di nav şer de ne û li berjewendiyên wan dinêre tê xuya ku dê hesabê li Munîhê hatî kirin di xeta Helebê de xira bibe.
09:05 15/2/2016
 
'Dê pergala Rojava têşe bide pêşeroja Sûriyeyê'
Pisporê Rojhilata Navîn Berekat Kar geşedanên li Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojava nirxand û got Tirkiye di siyaseta herêmê de tengav bûye. Kar da zanîn ku tu hêz nikare hêzên Rojava ji nedîtî ve were û got "Dê pêşeroja Sûriyeyê bi feraseta Rojaya ya demokratîk û pirrengî têşe bigire."
16:31 14/2/2016
 
Demîrtaş sibe diçe Yewnenîstanê
Hevserokê Giştê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş sibe ji bo hin hevdîtinan diçe Yewnenîstanê.
10:37 12/2/2016
 
'Dewleta Tirk dewleta terorê ye'
Siyasetmedarên navneteweyî, komkujiya li ser gelê kurd tê meşandin rexne kirin û diyar kirin ku li Kurdistanê terora dewletê heye. Siyasetmedaran piştgirî da têkoşîna gelê kurd û destnîşan kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşe. Nûnerê Partiya Sor a Norveçê Torili Braaten bertek nîşanî komkujiya li Cizîrê pêk hat da û diyar kir ku Dewleta Tirk dewleta terorê ye. navneteweyî, li dijî komkujiya li ser gelê kurd tê meşandin rexne kirin û diyar kirin ku li Kurdistanê terora dewletê heye. Siyasetmedaran piştgirî da têkoşîna gelê kurd û destnîşan kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşe. Nûnerê Partiya Sor a Norveçê Torili Braaten bertek nîşanî komkujiya li Cizîrê pêk hat da û diyar kir ku Dewleta Tirk dewleta terorê ye.
14:20 11/2/2016
 
Operasyona li Cizîrê 'bi qirkirinê' bi dawî kirin
Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala daxuyand ku operasyonên li Cizîrê bi dawî bûne.
15:59 10/2/2016
 
Nûnertiya Rojava li Moskowê hate vekirin
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava ya Rûsyayê, li Moskowê bi merasîmekê hate vekirin. Rayedarên dewleta Rûs jî di merasîmê de amade bûn. Nûnerê Rojava ya Rusyayê Rodî Osman ji bo vekirina nûnertiyê got "Ev pêngav ji bo çareseriya pirsgirêkên Suriyê û Rojhilata Navîn e."
14:17 10/2/2016
 
Yuksekdag: AKP û Qesir di bin kavilê hovîtiyê de man
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di civîna Meclisa Jinên HDP’ê de axivî û balê kişand ser wehşeta li Cizîrê tê kirin. Yuksekdag wiha got: "AKP û Qesir di bin kavila wê jêrzemînê de mane. Desthilatdariyek siyasî ku hovîtiyek wisa pêk aniye tu pêşeroja wê nîne, ger hebe ew jî tarîtî ye.”
09:05 08/2/2016
 
Prof. Dr. Kentel: Divê em dengê Ocalan bibihîsin
Hîndekarê Zanîngeha Şehîrê Prof. Dr. Ferhat Kentel der barê projeya hikumeta AKP'ê ya bi navê "Pilana Çalakiyan a li Dijî Terorê" de nirxandin kirin û got divê hikumet guh bide dengê Cizîr, Sûr û Nisêbînê. Kentel diyar kir ku divê teqez bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û HDP'ê re jî hevdîtin were kirin û got "Eger hunê Ocalan wekî muxatab nebînin dê ev pêvajo nîvco bimîne. Divê em dengê Ocalan bibihîsin."
09:17 07/2/2016
 
Irmak: Paketa AKP'ê dişibe 'azadkirina' DYA'yê ya Iraqê
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak paketa "Plana têkoşîna bi terorê re û rehabîlîstayonê" ya ku hikûmeta AKP'ê aşkera kir nirxand got ku ev paket berdewama şerê ku li dijî gelê kurd tê meşandin e û dişibe gotina "azadkirina" herêma ya ku Amerîkayê Iraq dagir kir.
09:16 04/2/2016
 
Ehmed: Soza beşdariya tura duyemîn ya hevdîtanan hat dayîn
Hevseroka Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed taloqkirina hevdîtinên Cenevreyê wek "encamê polîtîkayên neçareseriyê" nirxand û diyar kir ku heke hêzên demokratîk ên Suriyeyê û ew di nav van hevdîtinan de cih negirin tu encamek nayê wergirtin û wiha got: "Paşvexistina hevdîtinan jî vê nîşan da. Rusya, DYA û Mistura yê ji bo hevdîtinan hatiye pêywirdarkirin soz dan ku em ê di tura duyemîn ya hevdîtinan de cih bigirin."
14:42 03/2/2016
 
Demîrtaş: Em dixwazin biçin Cizîrê birîndaran werbigirin
Hevserokê Giştî lê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku heyeta ku ew jî di nav de ye bi tenduristvanan ve dixwazin biçin Cizîrê û xwe bigihînin birîndarên ku ev 12 roj in di jêrzemîna avahiyê de li benda alîkariyê ne û ev 4 roj in jî ji wan agahî nayê wergirtin. Demîrtaş hişyariya "divê bê dîtin ku ev pirsgirêk dê ji şikestinên cidî re rê veke û texrîbatên ku nikare bên telafîkirin derxîne holê, ev yek bê dîtin" kir. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran yuksek jî banga vekirina korîdora mirovê li hikûmetê kir û got ku heke mudaxale neyê kirin dê berpirsyarê windahiyên wê derê hikûmet be.
09:09 03/2/2016
 
AKP amadekariyên 'nimêjê fethê' dike
Di dema dîroka îslam û osmaniyan de piştî ku axa gelên misilman dihat dagirkirin nimêjên înê yên ewil wekî "nimêjên fethê" diat kirin, AKP jî piştî ku li Kurdistanê şer da destpêkirin amadekarina "nimêjên fethê" dike. Dema îsyana li Sûriyê dest pê kir hikûmeta AKP'ê îdia kir "piştî 3 mehan li Helebê nimêja înê bikin", niha armanc dike ku ji Mêrdînê dest bi bike û her hefte li bajarekî nimêja înê bike. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku êrîşî Kobanê kiribûn jî armanc dikirin ku li Kobanê nimêja cejna qurbanê bikin.
15:59 02/2/2016
 
Demîrtaş: Erdogan xweziya xwe bi Hîtler Davutoglu jî bi Franco tîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku di komcivîna partiya xwe de axivî da zanîn ku Erdogan bi awayekî fîlî meclisê fes kiriye û li Şîlî yê jî bi fikara ku dibe meclis tiştek bêje ji wê derê jî mudaxale dike. Demîrtaş ji bo Serokwezîr jî ku ji bo Sûrê mînaka Toledo dabû jî got, “Serokwezîr xwe dişibîne Franco. Erdogan jî xwe dişibîne Hîtler” Demîrtaş bertekek tund jî nîşanê helwesta li hemberî Cizîrê ku tê nîşandin da û got hikûmet di bin wê enkazê de bimîne.
10:43 02/2/2016
 
Ji HDP'ê daxuyaniya greva birçîbûnê
Rêveberiya Komê ya Meclîsê ya HDP'ê da xuyand ku heya birîndar û cenazeyên li Cizîrê di avahiyekê de asê manê ranekin nexweşxanê dê bertekên xwe yên demokratîk bidomînin.
13:34 01/2/2016
 
Demirtaş: We vegerand dojehê Toledo ya çi?
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş ku beriya civîna xwe ya Lijneya Rêveberiya Navenda Partiyê axivî, der barê daxuyaniya Davutoglu ku gotibû “Vegera maseyê nîne” û “Em ê Sûrê bikin Toledo” ev tişt got, “Serokwezîr di cîhana xeyalî de dijî. Vegera masê tune ye tê çi wateyê. Heta niha çi zerara mase û hevdîtinê çêbû. Dema vedigerin maseyê mirin radiweste. Gotina vegera masayê tune ye tê wateya ku di şer de israr dikin. Ên ku Sûrê xirakirin û şewitandin ew bi xwe ne. Li Cizîrê jî wisa ye. Wekî ku mewzî xilas bûne dor hatiye ser îmara ku vegerînin Toledo yê. We wandera vegeran dojehê çi Toledo yê.”

LÊGERÎN