DAIŞ'ê li Bexdeyê 8 leşker kuştin 2016-02-28 12:01:25 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li paytextê Iraqê Bexdeyê çeteyên DAIŞ'ê êrîş pêk anîn û 8 leşkerê Iraqê kuştin. Di şerê li Ramadî de jî hat diyarkirin ku 160 endamen çeteyan hatin kuştin. Li herêma Ebû Garîp a paytextê Iraqê Bexdeyê çeteyên DAIŞ'ê 3 êrîşên bombeyî pêk anîn û 8 leşkerê Iraqê kuştin, 22 leşker jî birîndar kirin. Li aliyê din hat diyarkirin ku li nêzî herêma Xazimiye ya Navçeya Xalidiye a bajarê Ramadiyê di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Di şer de nêzî 160 endamên çeteyan hatin kuştin. (mae)