www.fgks.org   »   [go: up one dir, main page]

DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Meclîs HDP'ê red dike

 
16 Sibat
09:01 2016

HAYRÎ DEMÎR

ENQERE (DÎHA) – Îxtîdara AKP'ê û Qesrê piştî li Kurdistanê şerê taybet da destpêkirin, li meclîsê rê li pêşiya HDP'ê jî girt. HDP’ê di sê mehê dawî de 135 pêşniyarên lêkolînê dan meclîsê, lê 50 pêşniyarname hatin redkirin û vîna HDP'ê tune hat hesibandin.

Îxtîdara AKP'ê û rêveberiya Serokomar Erdogan a Qesrê piştî konsepta şerê taybet li Kurdistanê xist meriyetê, bi her awayî rê li pêş muxalifên xwe digire û şerekî taybet dide meşandin. Li gel HDP'ê bend derbas kir û ket meclîsê jî, bi awayekî fîîlî deriyê meclîsê li HDP'ê hatiye girtin. Her çend HDP ji bo dijhiqûqî û nelirêtiyên AKP'ê aşkere bike û hesap bipirse pêşniyarnameyên lêkolînê dide meclîsê jî, meclîs li ser fermana Qesrê û AKP'ê pêşniyarnameyan red dike. HDP’ê piştî şerê taybet ê AKP'ê ji bo binpêkirinên mafan lêkolîn bike 135 pêşniyarnameyên lêkolînê da meclîsê. Lê Rêveberiya Meclîsê ku di destê AKP'ê de ye, ji 135 pêşniyarnameyan 50 pêşniyarname red kir. HDP'ê sala par 767 pêşniyarnameyên lêkolînê dan meclîsê û îsal jî di 3 mehên dawî de 135 pêşniyarname dan meclîsê. Meclîsê jî 50 pêşniyarname red kir. Dîsa HDP'ê di sê mehan de 620 pirsname da meclîsê, lê 100 pirsname hatin redkirin.

Di 3 mehan de 50 pêşniyarname hatin redkirin

Beriya hilbijartina 1'ê Mijdarê di nava 4 salan de 19 pêşniyarname hatin redkirin. Lê piştî hikûmeta AKP'ê şerê taybet xist meriyetê, li dijî HDP'ê jî şerê taybet da destpêkirin. Îxtîdara AKP’ê di 3 mehên dawî de 50 pêşniyarnameyên HDP'ê bi îdîaya "Qaba" û "Birîn dike" red kirin. Rêveberiya meclîsê di vê pêvajoyê de tenê pêşniyarnameya nelirêtiya 17-25'ê Kanûnê ya CHP'ê red kir.

Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, di 28'ê Çile de xwest qetilkirina Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopya Pakize Nayir û Endama KJA'yê Fatma Uyar bê lêkolînkirin û lêpirsîn. Lê ev daxwaz hat redkirin.

Pêşniyarnameya lêpirsîna definkirina cenazeyan jî hat redkirin

Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar ji bo cenazeyên bi hefteyan li herdê hatin hiştin û li dijî zagonan hatin definkirin pêşniyarnameya lêkolînê da meclîsê, lê ev pêşniyarname jî bi heman hinceta "Qaba" hat redkirin.

Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê ji bo lêpirsîna der barê akademîsyenên gotin "Em nabin hevparê vî sûcî" bê lêkolînkirin, pêşniyarname da. Lê ev pêşniyarname jî "Qaba" ye hat redkirin.

Dîsa bi heman hincetê 47 pêşniyarnameyên ji bo Roboskî, Deriyên Sînor û gelek mijarên din yên di demên cuda de û ji aliyê wekîlên HDP'ê yên cuda ve hatin dayîn, hatin redkirin.

100 pirsname hatin redkirin

HDP’ê ji bo lêkolîn û ronîkirnê jî di nava 3 mehan de 620 pirsname dan meclîsê. Lê meclîsê dîsa 100 pirsname bi hinceta "ne hewce ye" red kir

(mae)



🕔 24